Dayikên Aştiyê yên Botanê: Heta Rêberê me azad bibe dê têbikoşin

  • 16:22 19 Îlon 2025
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê yên Botanê bertek nîşanî biryara “Mafê hêviyê” ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan û gotin: “Bêyî azadiya Rêberê me çareserî nabe. Heta Rêberê me azad dibe dê têkoşîna me bidome.” 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Botanê, têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî “Mafê hêviyê” daxuyanî da.  Daxuyanî, li pêşiya avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Cizîr a Şirnexê hat dayin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê dayikan pankarta “Dayikên Aştiyê yên Botanê deng didin Îmraliyê” hilgirtin. 
 
Dayika Aştiyê Nebiye Acarê di daxuyaniyê de got: “Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan berdewam bike, dê tevahiya gelê Kurd jî di tecrîdê de be. Em daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî bên berdan. Divê saziyên navneteweyî aştiyê bixwazin lêbelê ji bo ‘mafê hêviyê’ saleke din dem dan. Em vê biryarê qebûl nakin. Heta ku Rêberê me azad dibe dê têkoşîna me bidome. 
 
Weke dayik, heta aştî çêdibe em ê li kolanan bin. Em naxwazin tu kesek bimire. Em, biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê şermezar dikiin. Heta Rêberê me azad nebe çareserî nabe. Em heta dawiyê bi Rêberê xwe re ne.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.