Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pêdiviya aştiyê bi qanûnan heye
- 12:40 20 Gulan 2026
- Ramyarî
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku çavê raya giştî li Meclîsê û desthilatê ye ku gavên qanûnî biavêje û got: “Pêdiviya aştiyê bi hiqûqê heye.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Gulistan Kiliç Koçyîgît di destpêka axaftina xwe de bi boneya erdheja vê şeveqê li Meletiyê rû da ji xelkê herêmê re selametiyê xwest.
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku ciwan li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û ji ber vê yekê jî polîtikayên zext û tundiyê li ciwanan tê kirin. Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku polîtîkayeke desthilatê ya ji bo ciwanan tune ye û wiha got: “Ciwan li ku derê rexne dikin an jî xwepêşandanan li dar dixin bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû dimînin. Weke mînak li ODTUyê ciwan hedef hatin nîşandan û hatin binçavkirin û girtin. Mafê xwepeşandanan a ciwanan tê desteserkirin. Jinên ciwan jî bi bi polîtîkayên dewletê ve rû bi rû dimînin û tê xwestin bixin bin kontrola pergala zilam. Her wiha TEV-KOM ku saziyeke zimanê Kurdî ya ciwanan e jî rastî astengî û zextan tê. Divê desthilat fêm bike ku bi zextên li ser ciwanan re nikare pêşerojekê ava bike.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha ev pêvajo bi ciwanan re dikare were lipêşxistin. Bi tunehesibandina ciwanan ev pêvajo bi pêş ve naçe. Aştî û Civaka Demokratîk bi ciwan û jinan dikare li pêş bikeve. Aştiya rasteqîn bi mafê ciwanan û wekheviya gelan pêkan e.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê giştînameya malbatî ya desthilatê de destnîşan kir ku ew li dijî tunehesibandina mafên zarok û jinan bi pêkanîna mafên zarok û jinan dê li dijî pergalê têkoşîna malbata demokratîk bikin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî ev yek anî ziman: “Daxuyaniyên birêz Bahçelî girîng bûn. Di serî de birêz Ocalan û hemû muxatab ji bo pêşvebirina pêvajoyê di nava hewldanan de ne. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê Meclîs jî berpirsyariya xwe bi cih bîne. Pêdiviya aştiyê bi hiqûqê heye. Li gorî rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê divê pêvajoya çêkirina qanûnan dest pê bike. Ji Meclîsê, saziyên siyasî û desthilat ji bo pêşvebirina pêvajoyê divê di nava hewldanan de bin. Çavê raya giştî li Meclîsê, desthilatê û çêkirina qanûnan e. Her gaveke qanûnî ku ji bo pêvajoyê bê avêtin dê bibe mîsogeriya demokrasiyê. Ji bo avêtina gavên qanûnî hewceyî bi wêrekiyê heye. Bi avêtina van gavan hemû kes dikare sûdê werbigire. Weke DEM Partiyê em jî amade ne ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Êdî ne dema gotinan e lê dema pratîkê ye.”







