21 partî û rêxistinan bertek nîşanî hilbijartinan dan
- 19:10 25 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 21 partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê, diyar kirin ku mekanîzmaya tayînkirina endaman û dabeşkirina kursiyan vîna gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê temsîl nake û bertek nîşanî hikûmeta Sûriyeyê dan.
Daxuyanî li ber avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser hat dayîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêvebera Ofîsa Jinan a Meclîsa Rêveber a Partiya Keske ya Demokratîk Delal Haşim bi Kurdî û ji aliyê Sekreterê Giştî yê Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo ve bi Erebî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşankirin:
Me geşedanên têkildarî temamkirina avakirina Meclîsa Gel a Sûriyeyê bi baldarî şopand. Ev pêvajo bi rêya tayînkirina endaman, mekanîzmaya dabeşkirina kursiyan û diyarkirina kotayên ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hat meşandin.
Me berê jî helwesta xwe bi zelalî nîşan dabû û diyar kiribû ku em ê tev li vê pêvajoyê nebin. Ji ber ku em bawer dikin mekanîzmayên hatine bikaranîn vîna gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê nîşan nadin; her wiha bingeha pêvajoyeke siyasî ya demokratîk û rastîn ava nakin.
Li hemberî encamên hatine ragihandin û mekanîzmaya tayînkirinê, em bi awayekî biryardar radigihînin ku ev kes tenê nûnertiya xwe dikin.
Gelê Sûriyeyê ji bo avakirina pergaleke demokratîk ku tê de nûnertiya adil ji bo hemû nasnameyên neteweyî, etnîkî, olî û ji bo jinan pêk bê, berdêlên giran dan. Gelê me yê Kurd jî ji polîtîkayên dûrxistin û înkarê zerareke mezin dît; her wiha di şoreşa Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê de di dayîna berdêlên herî giran de dudilî nejiya.
Lê belê tiştên qewimîn, nêzîkatiya dûrxistin û marjînalîzekirinê careke din bi awayekî zelal derxist holê. Ev yek bi rêya tayînkirina hin kesan bi rêbazeke bijartî hat kirin. Ev rewş li dijî prensîbên bingehîn ên demokrasiyê, edaletê û hevpariya neteweyî ya rastîn e.
Em destnîşan dikin ku ev polîtîka têgihiştina desthilatdariya navendîparêz û rêbazên wê yên klasîk ji nû ve hildiberîne. Her wiha nîşan dide ku nêzîkatiya tevgera bi qanûn û fermanên awarte berdewam dike. Lê vê carê amûr û mekanîzmayên nû tên bikaranîn ku hewl didin rûyê rewayetiyê bidin pêvajoya siyasî; ew jî bi rêya rêbazên ku hurmet û rewayetiya gel li pişt wan nîne.
Di heman demê de, ev rewş berdewamiya projeyên guhertina demografîk e. Ev yek bi rêya tayînkirina hin kesên ji 'Erebên Xemer' yên li ser xaka Kurdan hatine bicihkirin, di komîteyên hilbijartinê de û tayînkirinên ji bo temsîlkirina herêma Serêkaniyê tê kirin.
Avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nûjen a ku li ser hevpariya rastîn û naskirina hevdu ya hemû pêkhateyan ava dibe, bi polîtîkayên tayînkirinê yên dûrxer ku ji jor ve tên ferzkirin, ne pêkan e. Li şûna wê, ev yek tenê bi pêvajoyeke siyasî ya giştgir û neteweyî ku nûnertiya dadmend û vîna azad ji bo hemû Sûriyeyiyan garantî dike, dikare pêk bê.
Em tekez dikin ku divê ji bo lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Sûriyeyê ya rastîn ku nûnerên rastîn ên hemû pêkhateyên Sûriyeyê tev lê bibin, xebat were kirin. Di vê kongreyê de divê nexşerêyek ji bo pêvajoya veguhertinê were amadekirin û ji bo hilbijartinên azad, dadmend û zelal ên ku daxwazên Sûriyeyiyan nîşan didin, amadekarî werin kirin.
Li gel vê, di bin şert û mercên heyî de, avakirina komîteya amadekar a destûrê ku di serê pêşîniyên neteweyî de ye, pêwîstiyek e.
Ev hemû ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî neçarî ne.







