Nesrîn Sotoudeh îşkenceyên li girtîgehên Îranê vegot

  • 13:27 1 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer û çalakvana mafên mirovan Nesrîn Sotoudeh, di demeke ku li Îranê înternet bi qismî tê dayîn de, li ser şert û mercên navendên girtinê yên ku ji hêla Wezareta Îstîxbaratê ve têne rêvebirin, nivîsek parve kir.
 
Parêzer û çalakvana mafên mirovan Nesrîn Sotoudeh, di demên berê de ji ber parastina girtiyên siyasî, dijberiya cezayê darvekirinê, parêzvaniya mafên jinan û nerazîbûna li dijî hîcabên mecbûrî, gelek caran hatiye binçavkirin û zîndankirin. Nesrîn Sotoudeh, hûrguliyên binçavkirina xwe ya dawî, şert û mercên li navenda binçavkirinê ya wezareta îstîxbaratê, piştî vegerandina sînorkirî ya gihîştina înternetê li Îranê, eşkere kir.
 
Çalakvana mafên mirovan û girtiya siyasî Nesrîn Sotoudeh di nivîsa ku li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê parve kiriye de, ragihand ku di 1’ê Nîsana îsal de, efserên îstîxbaratê êrîşî mala wê kirine, wê girtine û birin navendeke ragirtinê ya girêdayî vê wezaretê. Nesrîn wiha domand: “Dema ku ez cara yekem ketim navenda ragirtinê, wan dest û lingên min girêdan û ji ber laçika min a mecbûrî li min dan. Di rojên berdewamî de, lingên min şîn bûn û ji ber bandê ku bi devê min ve danîbûn, birîn çêbûn.”
 
Lêdan û mikurhatinên bi darê zorê
 
Li ser şert û mercên navendên ragirtinê jî Nesrîn Sotoudeh da zanîn ku şert û mercên navenda ragirtinê nemirovane bûne û wiha pê de çû: “Xwarina ku dihat dayîn ne xwarin bû. Lêdan û mikurhatinên bi darê zorê pir gelemperî bûn û berdana mirovan, girêdayî pêşkêşkirina vîdyoyên îtîrafên bi zorê bû.”
 
Nesrîn Sotoudeh ragihand ku di 23’yê Gulanê de bi awayekî demkî hatiye berdan û piştî ku dozek nû li wê hatiye vekirin, dîsa azadiya xwe bi dest xistiye. Nesrîn wiha got: “Min bi saya kesên ku her gav bala xwe dane girtiyên siyasî yên li Îranê, azadiya xwe bi dest xist. Spas ji bo gelek hevalên me yên li çar aliyê cîhanê... ji Îraniyan bigre heya ne-Îraniyan, spas ji bo her kesê ku ji ber vê rastiyê xemgîn e ku mirovên ku tenê dixwazin jiyanek asayî û bi rûmet bijîn, neçar in ku her dem bedêl bidin. Vê fikar û piştgiriyê jî hêz da min; dema ku min dengê îşkence û lêdanan li navenda binçavkirinê bihîst, min karî nerazîbûnên xwe bi dengekî bilind bibêjim. Ev erkek mirovî bû.”