Bertekên li dijî biryara nefeqeyê didome

  • 09:03 14 Hezîran 2026
  • Rojane
Devrîm Findik 
 
STENBOL - Parêzera Komîsyona Hiqûqê ya Komeleya Dema Jinê Dîlşah Taş, da zanîn ku biryarên der barê mafê nefeqeyê de hatiye girtin ewlehiya aboriya jinan hedef digire û got: “Jin piştî destberdanê bi xizaniyek giran re tên rû hev.” Jina mexdura erdhejê T.F jî da zanîn ku pereyê nefeqeyê têrî hewcedarên sereke yên zarokan nake.
 
Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) hukma derbarê dayîna nefeqeya "bêdem" ya di xala 175’an a Kanûna Medenî ya Tirk de cih digirt betal kir. Biryar piştî 9 mehan şûnde dikeve meriyetê. Parêzera Komîsyona Hiqûqê ya Komeleya Dema Jinên  Dîlşah Taş  û jina bi navê T.F ku nexwest navê xwe bêje der barê mafê nefeqeyê de axivîn.
 
‘Jin piştî destberdanê bi rîskên xizaniyê re tên rû hev’
 
Parêzer Dîlşah Taş da zanîn ku nefeqeya xizaniyê piştî destberdanê ji bo hewcedariyên sereke bên kirin tê dayîn û got: “Pêkanîna heyî divê di alî jinan de divê di esasa newekheviya zayenda civakî de bê nirxandin. Jin di pêvajoya zewacê de pir caran ji jiyana kar û qadên hiberîna aboriyê tên dûrxistin. Piştî destberdanê aliyê piranî dikeve xizaniyê jin in. Nefeqeya xizaniyê pir kêm e. di 2024’an de li gorî lêkolînan pereyê nefeqeyê 1200 TL tê dîtin. Îro jî navbera 3 û 4 hezarî de ye. Heta hîn kêmtire.”
 
‘Nêrîna nefeqeya bêdem rastiyê nîşan nade’
 
Dîlşah Taş wiha berdewam kir: “Gotina 'nefeqeya bêdem’ rastiyê nîşan nade. Nefeqeya xizaniyê ne pereyekî ku bê şer û heta û heta bê dayînê ye. Kesa nefeqeyê digire ger dest bi xebatekê bike û şertên aboriyê biguhere, an jî bizewice ev tê rakirin an jî kêmkirin. Ji ber vê jî nêrîna nefeqeya bê dem rastiyê nîşan nade.”
 
‘Dixwazin jinan nav malbatê de pênase bikin’
 
Dîlşah Taş daxuyakirin ku polîtîkayên sala dawî de tên meşandin jinan di nav malbatê de pênse dikin û li hember mafê jinan êrîşek heye û got: “Bi feshkirina peymanê re Jin ji qada cemawerî û xebatê tên durxistin. Nîqaşên nefeqeyê jî parçeyek vê tabloyê ne.”
 
‘Nefeqe têrî hewcedariyên zarokan nake’
 
Mexdura erdhejê T.F tiştên ku pêvajoya destberdanê de jiyane vegot û da zanîn ku nfeeqeya ji bo zarokê xwe digire têrî hewcedariyê zarok nake û got: “Min 5 salan pêvajoya destberdanê jiya. Ji bo zarokê min nefeqeyek kêm tê dayîn. Ev têrî hewcedariyê zarok nakin. Dadgeh pir caranr astiya aboriya jinan nabînin. Divê li şertên jiyanê ya jinan binêrin. Nefeqe ne tenê mijarek navbera du kesande ye. Divê rastiya pêşeroja zarok bê dîtin. Divê jin li dijî vê têkşîna xwe bernedin û her tim xurt bin. Ger em dest bidin ev em ê ji bin her tiştî rabin.”