Li Draguignanê ji bo konferansa ‘Pirsgirêka Kurd’ eleqeyek mezin

  • 14:14 25 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Draguignan a Fransayê bi sernavê ‘Ji dîrokê heta roja îro pirsgirêka Kurd û çareseriya wê’ konferansek hat lidarxistin.
 
Konferansa ku bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Draguignanê (KOMAW) û şaredariya Draguignanê hat organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Konferans bi sernavê “Ji dîrokê heta roja îro pirsgirêka Kurd û çareseriya wê” hat lidar xistin û rastî eleqeyek mezin hat.
 
Di konferansê de, zanyar û nivîskar Hamît Bozarslan nêzîkî du saetan axivî. Hamît Bozarslan, dîroka Kurdistanê, qonaxa têkoşîna azadiyê û rewşa îro ya gelê Kurd şirove kir û rola wan di Rojhilata Navîn de nirxand.
 
Hamît Bozarslan got ku pirsgirêka Kurd êdî ne tenê pirsgirêkeke herêmî ye, bûye pirsgirêkeke navneteweyî jî. Bozarslan, diyar kir ku çareserî tenê bi rêyên demokratîk, pirrengî û aştiyane pêkan e.
 
Beşdarên konferansê gotin ku xebatên bi vî rengî ji bo baştir fêmkirina pirsgirêka Kurd û axaftina li ser çareseriyên aştiyane pir girîng e.