Çarçove qanûn dê piştî civîna NATO'yê bê Meclîsê

  • 15:45 25 Hezîran 2026
  • Rojane
 
Melek Avcı 
 
ENQERE - Li gorî agahiyên me ji rayedarên DEM Partiyê wergirtin; çarçove qanûn a ji bo pêvajoyê dê piştî civîna NATO'yê were rojeva Meclîsê. Tê gotin çarçove qanûn piştî hevdîtinan, dê hefteya pêş me diyar bibe.
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Xala sereke ya pêvajoyê çêkirina çarçove qanûn e. Piştî bi dawîbûna xebatên komîsyonê ya Meclîsê çavê raya giştî jî li Meclîsê ye ku derbarê guhertina qanûnan ango qanûna çarçoveyê de xebat bê destpêkirin. Lê tevî ku 4 meh in bi ser rapora Komîsyona Meclîsê re derbas bûyê jî li ser çêkirina çarçoveya qanûnî nîqaş û hevdîtin berdewam dikin.
 
Li ser amadekirina verastkirina qanûnan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi rêya heyeta DEM Partiyê pêşniyar ji partiyên siyasî re kiribû. Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê jî derbarê amadekirina guhertina qanûnan bi partiyên siyasî û Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kiribû. Xebatên heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê jî di vê çarçoveyê de berdewam dikin. Nîqaşên li ser amadekirina qanûnan di van rojên dawî de jî zêdetir û bi lez bû û li Enqereyê li ser çêkirina qanûnan gelek agahî tên parvekirin.
 
Li gorî agahiyên me ji rayedarên DEM Partiyê wergirtin; çarçove qanûn dê piştî civîna NATO'yê ya di 7 û 12'yê Tîrmehê de ji komîsyonên têkildar re bê nirxandin û piştre bê rojeva Meclîsê û paşê jî dê weke qanûn derbikevin. Tê gotin çarçove qanûn derbarê vegera endamên rêxistinê û berdana girtiyên siyasî de dê rê li ber hin guhertinan vebike. Her wiha dê pêşî li vegera siyasetmedarên Kurd ku ji ber xebatên siyasî sirgûnî welatên Ewropa bûne jî bigirê nava xwe.
 
Her wiha rayedarên DEM Partiyê diyar kirin ku divê çarçove qanûn bi hevgirtin ango tevayî bibe, kategorîze nebe û hemû beşên çareseriyê bigirê nava xwe. Tê payîn ku çarçove qanûn di hefteya pêş me de amade bibe û piştî hevdîtinan heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bigire biçe Girava Îmraliyê.