Ji bo Nana Xanim Babazade a hat dersînorkirin bang
- 15:31 25 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo aktîvîsta Azerbaycanî Nana Xanim Babazade ku ji Tirkiyeyê hat dersînorkirin, rêxistinên mafên mirovan bang li civaka navneteweyî kirin û daxwaz kir ku ji bo ew li welatekî ewle bijî, gavên parastinê yên bilez werin avêtin.
Înisiyatîfa Azadî ji bo Nana û Tora Piştgiriya Koçberan li Stenbolê daxuyaniyek li ser rewşa aktîvîsta Azerbaycanî Nana Xanim Babazade da.
Di daxuyaniyê de, hat gotin ku Nana di dema binçavkirinê de li Tirkiyeyê rastî zextên laşî û derûnî hatî û paşê bi zorê ji bo Azerbaycanê ku xetere li ser jiyana wê heye hatiye dersînorkirin.
Rêxistinên mafên mirovan gotin ku Nana ji ber ewlehiyê ne li Azerbaycanê û ne jî li Gurcistanê nemaye. Her wiha hat gotin ku li welatên din jî bi metirsiya dersînorkirinê re rû bi rû ye.
Rêxistinên maf, daxwaz kir ku ji bo Nana mekanîzmayên parastina navneteweyî bi lez werin pêkanîn, binpêkirinên mafan ên li navendên dersînorkirinê werin lêkolînkirin û zextên li ser parêzvanên mafên mirovan bidawî bibin.
Her wiha bang li saziyên mafên mirovan yên navneteweyî û navxweyî hate kirin ku ji bo Nana hevgirtinê nîşan bidin.







