Li Êlihê nobeta edaletê: Em bêdeng namînin
- 09:05 26 Hezîran 2026
- Rojane
ÊLIH - Jinên TJA’yî li dijî bûyerên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê hatin jiyîn dest bi nobetê kirin, diyar kirin ku tiştên hatine jiyîn dijmirovahiye û bertek nîşanê rewşê dan. Jinan gotin wê li dijî van bêdeng nemînin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dîjî îdiayên bûyerên îşkence, tacîz, tecawiz û îdiayên mirinên bi guman ên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê ketine rojevê, li ber edliyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Ji rêxistina Partiya Wekhev û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) û aktîvîstên TJA'yê ya Mêrdînê ji bo piştevaniyê hatin Êlihê. Her wiha Dayikên Aştiyê jî piştevaniya çalakiyê dikin.
Jinên tevli çalakiyê bûn li dijî bûyera li Navenda Şifayê ya Êlihê hatiye jiyîn ji ajansa me re axivîn.
‘Em ê bêdeng nemînin’
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Mêrdînê Emîne Çîftçî, da zanîn ku tiştên ku gumanbaran kirine wê ji wan re nemîne û got: “Em ji Mêrdînê tevli çalakiyê dibin. Em vê bûyerê şermezar dikin. Heta niha tiştên me bihistine dijehlaqî ye. Ev çend roje kezeba me dişewite. Divê em li ser vê bisekinin. Yên ev dijehlaqî kirine divê bên cezakirin. Em ewqas ditirsin ku em naxwazin zarokên xwe berdin derve. Ji ber çi bikin ji wan re dimîne. Edalet pêk neyê wê ev dijehlaqî jî bidomin. Em êdî nikarin bi roj derkevin derve. Bila dewlet van gumanbaran ceza bikin ku êdî tiştek wisa neyê jiyîn. Em ê li dijî vê bêdeng nemînin.”
Aktîvîsta TJA’yê Gulîstan Oncu da zanîn ku sûcdar ji dewletê hêzê digirin û wiha axivî: “Em ji Mêrdînê hatin vir. Ev bûyer şermek mezin e. Ev bûyer ne ya ewil e û ne jî wê ya dawî be. Divê her kes bizanibe ku heta demorastî tunebe wê ev bûyer bidomin. Ev bûyer bi destê pergalê pêk tên. Li welat demokrastî tunebe wê bûyer bidomin. Gumanbar ji dewletê hêzê digirin. Gumanbar bê ceza tên hiştin.”
Gulîstan Oncu di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê li dijî tu bûyerê bêdeng nemînin û wiha dawî lê anî: “Rojê 5-6 jin tên qetilkirin. Bûyera li Êlihê hatiye jiyîn ne normale. Bûyerên wisa li cihên Kurdan zêde tên jiyîn. Ev ne tesadufe. Kurd bi salane têdikoşin. Ji ber vê van bûyerên wisa bi zanebûn dimeşînin. Rojîn Kabaîş, Rojwelat Kizmaz, Gulistan Doku... Divê em li dijî vê pergalê têbikoşin.”







