Li sê bajaran banga ji bo mîtînga li Amedê: Werin bi hev re azadiyê biqîrin

  • 09:07 26 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan ji bo mîtînga ku wê li Amedê pêk bê bang kirin û gotin: “Werin em bi hev re azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin.
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawiya hefteyê wê li Amed, Wan, Mersîn û Stenbolê bi dirûşma ‘bi serokatiya azad berbi civaka demokratîk’ mîtîng bên lidarxistin. Ji bajaran wê tevlibûna ji bo mîtîngê pêk bê.
 
Li Amedê di 28’ê Hezîranê de saet di 17.00’an de li qada Îstasyonê wê mîtîng pêk bê.  Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Sekreterya Îmraliyê Veysî Aktaş wê tevli mîtînga Amedê bibe. Ji hunermendan jî Pinar Aydinlar, Kadîr Çat û Serhedo dê derkevin ser dîkê.
 
Ji Amed, Riha û Êlihê banga tevlibûna mîtîngê.
 
Amed
 
Hevseroka DBP’a Amedê Ruçem Vefa Elyakut got mîtîng bi pêşengiya jinan pêk tê û got: “Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi malbat, heyetê de dibêje jin pêşengên pêvajoyê ne. Em jin dizanin ku pêvajoyeke ku jin ne pêşengên wê bin nagihêje armanca xwe û rast bi encam nabe.  Em bi vê armancê xebatên xwe dimeşînin.”
 
'Em dengê aştiyê bilind bikin'
 
Ruçem Vefa Elyakut di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê di mîtîngê de daxwza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin  û wiha pê de çû: “Rêberê Gelê Kurd di hevdîtinan de dibêje ‘azadiya min ne di pêş azadiya gelê min de ye. Ew azad bin ez ê jî azad im.’  Kurd jî dibêjin ger serok ne azad  be ew ne azadin. Werin em bi hev re aştiyê bixwazin û dengê xwe bilind bikin.
 
 
 
Riha
 
Hevsroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Ayla Ozdemîr jî da zanîn ku wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girityên siyasî bixwazin û got: “Em dixwazin statuya Birêz Ocalan pêk bê. Em ê ji bo vê li qadan bin.Em banga tevlibûnê l gelê xwe dikin.”
 
Hevseroka Komeleya Yekitiya Alîkarî, Çand û Yekitiya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine(MEBYA-DER) ya Rihayê Makbule Yavuzel jî wiha anî ziman: “Bila tu kes neyê kuştin Bila ev pêvajo êdî bi encam bibe. Bila gav bên avêtin. Bila serokê me azad be. Divê em hemû di mîtîngê de cihê xwe bigirin.”
 
Meryem Akin ya di xebatan de cih digire jî banga tevlibûna mîtîngê  li hemû kesî kir.
 
Sidika Denîz jî bi lêv kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtî bên berdan û hemû gelê Rihayê vexwend Amedê.
 
 
 
Elih
 
Aktîvîsta TJA’yê Ezel Aydin jî der barê pêvajoyê de axivî û got ji bo serkeftina pêvajoyê divê desthilatdarî gavên şênber bavêje û got: “Divê demildest zemîna şert û mercên ku Abdulla Ocalan dikare bi awyaekî azad bixebite bê avakirin. Divê pêşiya çareseriya demorkatîk bê vekirin û azadiya fîzîkî pêk bê. Em di vê esasê de bang li hemû kesî dikin ku di mîtînga Amedê de cih bigirin.”