Dayika Aştiyê Bahar Bîlge jiyana xwe ji dest da

  • 15:38 10 Tîrmeh 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Bahar Bîlge ya ku hevjînê xwe, 2 kurê xwe û 2 neviyên xwe di têkoşîna Azadiya Kurd de ji dest da û xwe wek “Ez dayika Serok û Kurdistanê me” dida nasîn, jiyana xwe ji dest da.
 
Dayika Aştiyê Bahat Bîlge (87) ku piştî qedexeyên kolanan ên li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê koçî navçeya Qoserê kiribû, jiyana xwe ji dest da.
 
Bahar Bîlge ku tevî temenê xwe yê mezin, bi salan di nava xebatên Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girt, li bajêr û li derveyî bajêr beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevjînê xwe Abdulkadîr Bîlge di sala 1994’an de, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di êrişa hizbulkontra de, kurê xwe Zeynel Abidîn Bîlge (Piling) di sala 1996’an de li Çelê, kurê xwe yê mezin Ekrem Bîlge (Diyar Bagok) di sala 2014’an de li Kobanê di nava YPG’ê de ji dest da. Kurê wê yê din Huseyîn Bîlge ku Bahar Bîlge ev 30 sal bûn li bende derketina wî ya ji girtîgehê bû, di sala 2021’an de ji girtîgehê derket. Neviyên Bahar Bîlgeyê Mazlûm Bîlge (Piling Bagok) û Albdulhalîm Demîr (Diyar Bagok) di sala 2016’an de li Minbicê jiyana xwe ji dest da.
 
Bahar Bîlge ya ku di sala 2014’an de dema êrişa DAIŞ’ê li ser Kobanê, li gundê Mehsertê li ser sînorê Kobanê bi rojan nobed girt, di roportaja xwe ya di sala 2014’an de bi Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) gotibû: “Hevjîn û zarokên min ên din ji min girtin, di îşkenceyê re derbas kirin. Hevjînê min li nava sûkê ji aliyê şeytanokan (Hizbulkontra) hat qetilkriin. Piştre kurê min Piling şehîd bû. Kurê min Huseyîn Çetînkaya ku zanîngeh dixwend, girtin cezayê muebedê lê birîn. Ev 23 sal in li girtîgehê ye. Kurê min ê mezin Diyar Bagok jî piştî ku li çaraliyê Kurdistanê şer kir ev 3 sal in li Rojava şer dikir. Beriya mehekê li Kobanê şehîd bû. Ez dayika Serok im. Dayika hemû şervana me. Ez dayika Kurdistanê me. Ev 3 sal in çavên min êdî nabînin. Lêbelê min xwest ku ez werim ser sînorê Kobanê ya ku kurê min ji boyê têkoşiya.”
 
Bahar Bîlge dê li Goristana Hecaca ya li Nisêbînê bê definkirin. Şîn dê li Mala Şînê ya Abdulkadîr Dundar a li Qoserê bê danîn.