Ji bo pakrewanên azadiyê li Cizîrê mewlûd hat xwendin

  • 12:31 28 Tebax 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Di roja sêyemîn a bibîranîna ku li Cîzrê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane de, mewlûd hat xwendin.
 
Li navçeya Cîzrê ya Şirnexê, bibîranîna ku ji bo kesên ku di demên cuda û li deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane , di roja sêyemîn de bi tevlibûna gelek kesan berdewam dike. Bibîranîna ku li ber avahiya Rêxistina Navçeya Cîzrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate lidarxistin, bi pêşengiya MEBYA-DER'ê hate organîzekirin. Wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, û her weha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li qada bibîranînê hatin danîn.
 
Ji aliyê din ve, pankartên bi nivîsên "Şehîdên me rûmeta me ne", "Şehîd rêya çarenûsa me ne" û "Em şehîdên azadiyê ne" li qada bibîranînê hatin daliqandin.
 
Gelek kesî serdana bibîranînê kirin û ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane dua hatin xwendin.