Li Qahîreyê jinek Yemenî û keça wê hatin kuştin

  • 12:27 28 Tebax 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Cînayeta ku li Qahîreya paytexta Misrê hat jiyîn, bû sedema fikarên mezin. Jina Yemenî û keça wê ku ji bo dermankirinê hatibûn Misrê û demek dirêj agahî ji wan nedihat girtin, mirî hatin dîtin
 
Li Qahîreya paytexta Misrê, jina Yemenî û keça wê ku ji bo dermankirinê hatibûn Misrê, di apartmanek de mirî hatin dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna destpêkê de kuryeyê ku li xwe mikur hat jinê û keça wê kuştiye, hat binçavkirin û sedema bûyerê û nasnameya kesê din ku di dîmenên kameraya ewlehiyê de tê dîtin, tê lêkolînkirin.
 
Dayîk û keça wê ku ji bajarê Hodeydayê ya Yemenê, ji bo dermankirina nexweşiya pençeşêra keça xwe hatibûn Qahîreyê, demek dirêj agahî nehat girtin. Piştî ku malbat ji xizmên xwe agahî negirtin û hewldanên wan ên ji bo pêwendiyê bê encam man, xwediyê apartmanê ku lê diman çûn rewşa wan kontrol bikin. Dema ku ketin apartmanê, dayîk û keça wê mirî hatin dîtin.
 
Polîsan ji dîmenên kameraya ewlehiyê du kesên ku diketin apartmanê nas kirin. Gumanbarek ku wekî kesek radestkirinê hat naskirin, hat girtin û li xwe mikur hat ku wan kuştiye. Rayedar lêpirsîna xwe didomînin da ku sedema kuştinê û nasnameya gumanbarê din diyar bikin. Bûyera kuştinê li Hodeydaya Yemenê bû sedema xemgînî û hêrsek mezin û endamên malbatê daxwaz kirin ku Balyozxaneya Yemenê ya li Qahîreyê lêpirsînê bi baldarî bişopîne û piştgiriyê bide malbatê. Rêwîtiya dayîk û keçê ya ji bo dermankirinê bi trajediyeke trajîk bi dawî bû.
 
Polîsan, bi riya kamerayên ewlehiyê du kesên ku dikevin apartmanê eşkere kirin. Gumanbarê ku tê gotin kuryeyê hat binçavkirin û li xwe mikur hat ku jinê û keça wê kuştiye. Her wiha xebatên eşkerekirina nasnameya gumanbarê din didome.