Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

  • 11:51 21 Îlon 2026
  • Rojane
ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civîna xwe ya ewil li dar dixe.
 
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ku piştî kongreya hate hilbijartin bi serokatiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê civîna xwe ya yekemîn li dar dixe. Hat zanîn ku di civînê de dê peywîrdarkirinên nû bê diyarkirin û her wiha merhaleya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku gihîştiyê, serdema nû ya Meclisê û rojev û mijarên heyî û plansaziya 15 rojên pêşiya me dê bê nîqaşkirin.