Kevneşopiya bi salan: Kofî
- 09:06 3 Mijdar 2026
- Çand û Huner
Gulîstan Gulmuş
SEMSUR - Li Semsûrê kofî ku hêmaneke girîng a cilûbergên kurdî ya jinan e û her wiha rola wan a civakî nîşan dide, hêdî hêdî ji aliyê nifşên ciwan ve tê terikandin.
Kofî, ku serpoşeke cil û bergên kurdî temam dike ya jinan e û bi sedsalan e li Semsûrê tê bikaranîn, ji qumaş, xemilandinên metalî, morîk û bendên cûrbecûr pêk tê. *Kofî* li gorî herêmên cuda bi şêwazên cûda tê amadekirin û hem şêwaza kesane ya jinê, hem jî pozîsyona wê ya di nava civakê de nîşan dide. Xemilandinên ku li ser vê serpoşê tên zêdekirin û awayê girêdana wê, li gorî rewşa jinê, ango bê ka ew nişanbûyî ye, zewicî ye an jî dayik e, diguherin. Bi vî awayî, *kofî* ne tenê sembola nasnameya çandî û kevneşopiyên ku ji nifşekî derbasî nifşên din bûne ye, lê di heman demê de nîşaneyeke berbiçav a rolên civakî ye ku ji wan re hatine dayîn.
Ji Xwedawend Thea heta roja îro
Çîrokên derbarê koka kevneşopiya kofiyê de, vedigerin serdema Keyaniya (qiraliyeta) Kommagene. Li gorî efsaneyê, Keyê Kommagene Antiochus, ji bo dayika xwe Laodiceyê unvana "Thea" ku tê wateya "Xwedawend" bi kar aniye û ferman daye ku peykereke wê were çêkirin da ku li Çiyayê Nemrutê di nava xwedawendan de cih bigire. Tê gotin ku ew serpoşa ku Laodice di vê peykerê de li xwe kiriye, dişibe kofiya ku îro li Semsûrê tê bikaranîn. Lêbelê, ne diyar e bê ka ev dişibihîn delîlekî dîrokî ku îsbat dike *kofî* rasterast ji wê serdemê heta roja me hatiye an na.
Ji mîrateya çandî ber bi rolên civakî ve
*Kofî, serpoşeke kevneşopî ku jin di qonaxên cûda yên jiyana xwe de didin serê xwe ye û bûye sembolek ku statuya jinê di nava civakê de nîşan dide. Di hin kevneşopiyên herêmî de, dema jinek nîşan tê kirin an jî dizewice, ew aksesûareke metalî ya bi navê "tac" li ser kofiya xwe zêde dike; her wiha, piştî ku zarokên wan çêdibin, şêwaza girêdana vê serpoşê jî diguhere. Bi vî awayî, kofî wekî nîşaneke berbiçav tê bikaranîn û dihêle ku kesên din guhertinên di jiyana jinê de fêm bikin.
Lêbelê, ev kevneşopiya ku ji nifşekî derbasî nifşekî din bûye, hêviyên civakî yên derbarê awayê cilûbergên jinan de jî bi xwe re tîne. Dema ku hin jin kofiyê wekî parçeyeke bingehîn a nasnameya xwe ya çandî dipejirînin, hinên din jî ji ber adet an jî zextên têgihiştina civakî wê li xwe dikin.
Her ku şert û mercên jiyanê diguherin û nifşên nû tercîhên cûda yên cilûbergan dipejirînin, kevneşopiya kofiyê jî hêdî hêdî winda dibe. Zekiye Ocak û Zelxe Uzun ên niştecihên gundê Bulamê li Semsûrê ku nêzîkî nîv sedsalê ye kofiyê didin serê xwe nêrînên xwe yên cûda derbarê vê kevneşopiyê de bi JINNEWSê re parve kirin.
‘Nêzîkî 60 sal in ez wê didim serê xwe’
Zekiye Ocak ku temenê wê nêzîkî 80 salî ye, vedibêje ku ew di 14 saliya xwe de zewiciye û ji wê demê ve *kofî* daye serê xwe; ew vê kevneşopiyê wekî parçeyeke ji jiyana xwe ya ku nayê veqetandin dibîne. Zekiye Ocak diyar kir ku di demên berê de dema ku jinekê kofî ji serê xwe bikira wekî tiştekî şerm dihat dîtin û got: “Gava ez di temenê nêzî 14 saliyê de zewicîm, min dest bi girêdana vê kofiyê kir û ji wê demê ve min qet ji serê xwe nekiriye. Ev kevneşopiyeke gelekî kevn e. Niha ku em pîr bûne jî em dîsa wê ranakin; em rakirina wê wekî şerm dibînin. Nêzîkî 60 sal in ku ez wê bi kar tînim. Eez pê re bûme yek. Ev kevneşopiyeke pir kevn e.”
‘Heta ku ez sax bim, ez ê bidim serê we’
Zekiye Ocak, bi gotina ku nifşên nû kevneşopiya kofiyê nadomînin, diyar kir ku tevî giranbûna wê jî ew dixwaze bide serê xwe. Zekiyee Ocak ku dixwaze pêşî li windabûna vê kevneşopiyê bigire, got: “Giran e, lê heta ku ez sax bim, ez ê bidim serê xwe. Berê jin xwedî li vê çandê derdiketin, lê ciwanên îro nadin serê xwe. Lê ez ê vê çandê zindî bihêlim. Baş dibû eger nifşên nû jî xwedî lê derketana. Ew qeytana di binê wê de, nahêle ku kofî ji serî bikeve.”
‘Berê gelekî belav bû’
Zelxe Uzun ku nêzîkî 50 sal in kofiyê dide serê xwe, xwedî nêrîneke cuda ye; berevajî Zekiye Ocak, ew bawer nake ku pêwîst e ev kevneşopî berdewam bike. Zelxe Uzun diyar dike ku jinan berê ji ber bendewariyên civakî kofî li xwe dikirin û îro devjêberdana ji vê kevneşopiyê wekî pêşveçûneke erênî dibîne. Zelxe Uzun destnîşan dike ku kofî demekê parçeyekî bingehîn ê cilûbergên jinan bû û dibêje: “Ez 50 sal in vê kofiyê didim serê xwe. Ev kevneşopiyek bû; mirov digotin, niha jinên ku kofiyê didin serê xwe kêm bûne.”
‘Kevneşopiya kofiyê lawaz bûye’
Zelxe Uzun ku berdewamiya bikaranîna kofiyê bi kevneşopiyê ve girê dide, diyar dike ku şêwaza vê li gorî rewşa zewacê ya jinê diguhere. Zelxe Uzun got: "Ez hîn jî wê li xwe dikim, ji ber ku demeke dirêj e ez wê bi kar tînim. Êdî kesên din wê nema didin serê xwe. Ev tişta li serê min jê re dibêjin kofî. Berê, jin dema nîşanî dibûn, ev li xwe dikirin. Bi demê re, kevneşopiya kofiyê ji holê rabû û jinan dest bi girêdana şemlan kirin. Niha êdî jin nema şem jî didin serê xwe."







