Li Mêrdînê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da
- 13:20 6 Mijdar 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
Melek Altun(44) ya li taxa Selahattîn Eyûbî ya Qoser a Mêrdînê dima, li mala xwe bi awayê bi gûman mirî hat dîtin. Cenazeyê Melek Altun ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.







