TJA'yê li Sêwregê starta 25'ê Mijdarê dide

  • 14:20 6 Mijdar 2026
  • Rojane
RIHA – TJA'yê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de li Sêwregê bi dirûşma "Bi Xwehêzkirin û Îradeya Azad, Niha Dema Jinan e" meşekê li dar dixe.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê  Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li navçeya Sêwregê ya Rihayê dest pê dike. Hejmareke mezin ji jinan li Parka Kanlikuyu bi dirûşma "Bi Xwehêzkirin û Îradeya Azad, Niha Dema Jinan e" kom bûn û dimeşin.
 
Di tevahiya meşê de, jinan gelek caran dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
 
Hûrguliyên din dê piştre werin…