Rewşa girtiyên jin ên li girtîgeha Damonê xirabtir dibe
- 18:15 11 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kluba Girtiyên Filistînî der barê rewşa tenduristiya girtiyên jin ên li girtîgeha Damonê, de daxuyanî da û da zanîn ku bi taybet rewşa nexweşên pençeşêrê girane û nexweşiya gurîbûnê nav girtiyan de belav bûye.
Jinên girti ên Filistînî yên li zindanên Îsraîlê di bin şert û mercêngiran dene. Ew rastî polîtîkayên destdirêjî, nebûna derfetên tendirustiyê û girtina bi tenê tên. Ev rewş tevî bangên ji bo rizgarkirina jiyana wan û rawestandina binpêkirinên berdewam ên li dijî wan jî berdewam dike.
Klubê diyar kir ku girtiya 60 salî Emal El-Rîfî ku bi penceşêrê ketiye, ji ber nayê dermankirin, her diçe rewşa wê xirabtir dibe û xwest ew û hemû jinên girtiyên nexweş werin berdan.
Girtî bi nexweşiya xurê ketine
Klubê her wiha destnîşan kir ku nêzî ji sedî 80'ê girtî bi nexweşiya gurîbûnê ketine ku ev nexweşiyeke belav dibe û nayên dermankirin. Her wiha da zanîn ku ev dibe sedema êş û xura zêde, nahêle girtî razên. Klubê destnîşan kir ku bedena girtiyên ku vê dawiyê hatine berdan tije nêm bûbû.
Her wiha li dijî berdewamiya bikaranîna girtina îdarî hişyarî da û destnîşan kir ku zêdetirî 3,500 girtiyên îdarî di girtîgehan de hene û bêyî îdianameyeke zelal fermanên girtinê têne dayîn û nûkirin.







