Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Êşa Sînemaya Amûdê hê jî zindî ye
- 14:45 13 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk derbarê Komkujiya Sînemaya Amûdê de daxuyaniye weşand û got ku li gel 66 sal derbas bûne jî êşa komkujiyê hê jî berdewam dike.
Di 13ê Mîjdara 1966an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê komkujiya ji aliyê Rejîma Baasê ve hatibû plankirin, li Sînemaya Amûdê pêk hat û di encama komkujiyê de 283 zarok hatin qetilkirin. Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di 66emîn salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê de daxuyaniyek nivîskî weşand û cangoriyên komkujiyê bi bîr anî.
‘Kiryarên komkujiyê nehatin cezakirin’
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bal kişand ser polîtîkayên Rejîma Baasê yên wê demê û wiha got: “Ev komkujî bêguman yek ji encama polîtîkayên rejîma Baasê ye. Ji sala 1960î heta şoreşa Rojava li ser gelê Kurd polîtîkayên giran ên pişaftin, koçberkirin û kuştinê hatin meşandin. Amûdê jî ku şêniyên xwe herî zêde Kurd e, ji ber nasnameya xwe ya neteweyî rastî êrişên Baasê hat. Ji ber vê ye ku rêvebirên rejima Baasê yên vê demê, tevî kapasîteya sînemayê 200 kes in, 500 zarokên dibistana seretayî birin eywana sînemayê ya Şehrazadê. Piştî ku agir bi sînemayê ket, ji aliyê leşkeran ve derî li ser zarokan hatin girtin û nehîştin ku agir were vemirandin û zarok ji şewatê werin rizgarkirin. Rejima Baasê armanç kir ku bi şewata plankirî ya sînemaya Amûdê gelê Kurd were tirsandin. Lewra piştî 1960î tenê ne li hemû cîhanê, di heman demê de li çar parçeyên Kurdistanê jî li dijî zext û zordariyê dengê nerazibûnê bilind dibû. Wekî dewletên din ên herêmê, rejima Baasê jî li Sûriyeyê bi polîtîkayên kuştin û koçberkirina xwest ku pêşî li dengê nerazibûnê bigire. Ji ber vê, heta roja îro jî tu caran derbarê şewata sînemaya Amûdê de lêpirsîneke adilane nehat destpêkirin û kiryarên vê komkujiyê nehatin cezakirin.”
‘Yekîtiya Kurdan wê li dijî pêkanîna komkujiyan bibe bend’
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk diyar kir ku ji bo pêşî li komkujiyên wiha were girtin hewceyî bi yekîtiya gelê Kurd heye û ev yek anî ziman: “Kurdên ku li çar aliyê Kurdistanê û li dîasporayê dijîn li Şoreşa Rojava xwedî derketin da ku bila careke din komkujiyên vî rengî li ser wan neyên ferz kirin. Ji Helepçeyê heta Roboskiyê, ji Amûdê heta Cizirê di dilê gelê Kurdistaniyan de êş û jana hemû qetlîaman yek e. Lewra motîvasyona hemû qetlîamên ku di nava sedsala dawîn de pêk hatin, wekî hev in. Ji ber vê ye ku dîrok li ser gelê Kurd yekîtiya neteweyî ferz dike da ku careke din rastî qetlîam û koçberiyê neyên. Banga me di serî de gelê Kurd, li hemû gelên li Kurdistanê dijîn e ku di nava xwe de yekîtiya demokratîk ava bikin, hesta piştevaniyê xurttir bikin û pirsgirêkên xwe bi rêya dîyalogê çareser bikin.”
‘Bi hevrûbûnê dibe ku êşa komkujiyê kêm bibe’
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk herî dawî zarokên di komkujiyê de hatine qetilkirin bi bîr anî û ev hate gotin: “Bi taybetî, di serdema nû ya Sûriyê de desthevgirtin û piştevaniya gelan ji bo pêşî li êrişan were girtin jiyanî ye. Lewra hê jî hin komên nijadperest dixwazin ku êrişên taxên Kurdan bikin û rê li ber vegera koçberên Kurd bigirin. Divê Hikumeta Şamê ya Demkî dawî li êrişên nijadperest bîne û bi makezagoneke demokratîk mafên hemû gel û baweriyan biparêze da ku cardin trajediyên wekî sînemaya Amûdê pêk neyên. Herwiha bi armanca ku di navbera hemû gelên Sûriye de xweşbîniyeke mayînde were avakirin, pêwistî bi hevrûbûneke rasteqîn heye. Jana şewatê ya sînemaya Amûdê tu car bi dawî nabe, lê belkî bi hevrûbûnê kêmtir bibe. Em ê tu car van qetlîaman ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Ji ber vê, em di 66emîn salvegera komkujiya Amûdê de hemû zarokên ku jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin û cardin kujerên hov bi tundî lanet û şermezar dikin.”







