Lêpirsînên der barê tundiya rêxistinkirî û pêkhateyî

  • 09:03 13 Mijdar 2026
  • Jineolojî
Di sedsalekê de du şerên cîhanê qewimîn. Bi milyonan kes mirin. Di Hîroşîma û Nagasakî de teknolojiyên bombeya atomê hatin bikaranîn. Piştî duyemîn şerê cîhanê ‘şerê sar’ yê 50 salî berdewam kir, rû da û piştî vê mirovahî ji nû ve bi rastiya şer re hat rû hev. Hema hema her tim rewşa şer derket pêş. Vê dîrokê em ji nû ve ber bi lêpirsînê ve birin. 
 
Rûşen Samsat
 
Piştî duyemîn şerê cîhanê bi belavbûna Sovyetan re lêpirsînkirin zêdetir bû. Hewce pê heye ku ev şer di alî mirovahiyê de bên fêmkirin û pênasekirin. Nêrîna ku şer û tundî pêkhate ye derdikeve holê. Sedema wê ev e ku evqas şerên cîhanê di sedsalê de hatin bicihkirin. Adorno dibêje duyemîn şerê cîhanê û hovîtiya Hîtler, hovîtiya sîstematîk a cîhanê ye. Her wiha pênaseyên Hannah Arendt jî balkêş in û vê wek tundiyeke sîstematîk û bi kok pênase dike.
 
Bi pênaseyên îdeolojîk û teoriyan tundî hatiye pênaeskirin. Begûman nirxa vê heye, bi qasî sedem û hedefên esas, nêrînên li vê teng mane. Pergala kapîtalîst ji bo xwe bidomîne, her cureyê şer meşandiye. Lewra di şerên yekemîn û duyemîn yên cîhanê de parvekirina binpêkirinê esas bû. Ji bo parvekirinê di esasa netewperestî, nîjad û çînî de berê mirovan dan van şeran. Di alî cîhanê de bandorên van şeran hene. Hewce heye ku ji alî dîrokî û civakî ve nirxandinên hîn felsefîk û ontolojîk bên kirin.
 
Di roja îro de fêmkirina şert û mercên rewşa mirovahiyê ya ewil a homo sapîens ne zehmet e. Piştî hezaran salan şûnde homo sapîens, astên avabûna dîrokî zêde nebezandiye. Piştî sedhezaran salî şûnde em hîna ne zelal, ne xwedî hişmend û di nav dîspoteke bê pêşeroj de heps bûne.Tevî evqas teknîk, tecrube û zanistê  wek mirovahî em pirsgirêka hebûnê ya bi bi kok dijîn. Pergala kapîtalîst em bi hebûna xwe re anîne hember hev.
 
Di dîrokê de ji Hz. Nûh bigire heta roja wek di senaryoyên tofan û qiyametê de pêşeroja hebûna me bi xofeke mezin tê vegotin. Mijar bêguman ne têkildarî serdema cemserê ye. Hebûna mirovahiyê di sedema kapîtalîst de çawa tê fetisandinê ye. Rih, hest û fikrên mirovahiyê li gorî serdema cemserê hatiye cemidandin, bedena mirovan bûye çerxa aborî. Kapîtalîzm bi têkçûnan nîşan dide ku mirovahî çawa ber bi dawîbûnê ve diçe.
 
Rastiya Epsteîn ku wek ‘dosya sûc’ a ku cîhan hejendiye tê pênasekirin, nîşan dide ku tundî çawa bûye desthilatdarî. Di 5600 salî ku dîroka mirovahiyê derbasî nivîsandinê bûye de 14600 şer hatine kirin. Serjimara jinan a ku nîvê serjimara cîhanê ava dike, ji sedî 4’ê wê tenê xwedî malê cîhanê ye. Tevî ku ji sedî 60’ê wê barê kar ê cîhanê li ser milê jinan e, ji sedî 10 xwedî dahatûyê ye. Ji 1.5 mîlyar mirovên xizan ên cîhanê ji sedî 70’ê jin in.
 
Li gorî rapora der barê tundiya li ser jinê ya ku  Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku her diweşîne, li seransrê cîhanê ji her sê jinan yek tundiya fîzîkî ya mêr dibîne. Li Tirkiyeyê jî ev di salên dawî de zêde bûye. Li gorî Rapora Cînayetê ya Global di 2017’an de li seranserê cîhanê  bi giştî 87. 000 cînayetên jinan çêbûye.  Dema ku cînayetê zarokan, destdirêjî, pedofîlî, ensest jî lê bên zêdekirin, derdikeve holê gelek jin û zarok rastiya ‘Xezabûnê’ ye.
 
Bi bilindbûna kapîtalîzmê re, tundiya pêkhateyî zêdetir bûye û belav bûye. Em tenê li teşeyên binpêkirin, talan û sermayê binêrin, ev tê dîtin. Di alî aborî de kapîtalîzm hîn bêtir li pêş e. Pêşketina kapîtalîzmê bi aborî, berhem, mal tê vegotin. Lê di esasa wê de bazirganî, zayendî, têkbirin û pergala xespê heye. Ev rewş wek pêşketinek xwezayî heta asteke pêşketî tê dîtin. Tevgerên herî sosyalîst şoreşger, azadîxwaz û teorî jî vê nêrîna dogmatîk û şematîk nikarin ji ser xwe bavêjin. Bandora tundiyê ya li ser hemû aliyên civakê em tenê bi nakokiyên çînî nanirxînin. Divê em ji ser nirxên etîk polîtîk, sosyolojîk, ontrolojîk, felsefîk binêrin. Ev êdî pirsgirêkek têkildarî hebûna me ye.
 
Der barê pênase û çavkaniya tundiyê de gelek nirxandinên hatine kirin hene. Max Weber  diyar dike ku jiyana siyasî bixwe xwe dispêre tundiyê. (Max Weber, Wek pîşe siyaset).  Ji ber li gorî wî  siyaset têkildarî desthilatdariya aliyekî yan jî desthilatdariya giştî ye. Desthilatdarî wek hev e kapasîteya bikaranîna zor û zextê. Denklema desthilatdarî wek hev e tundî wek hev e siyast, nêrîna esas a paradîgma pozîtîvîst a serdest a modernîteyê ye.
 
Norbert Elîas tundiyê wek hêmayekê dibîne. Li gorî vê nêrînê, her ku mirov hestên xwe yên bingehîn kontrol dikin, ewqas ji tundiyê dûr dikevin. Lê, ev mantiq nikare rave bike ka çawa tundî  ku diviyabû piştî derbasbûna ji "prîmîtîvîzmê" ber bi "şaristaniyê" ve hêdî hêdî kêm bibûya berevajî vê yekê, bûye tiştekî pir sîstematîktir û bi taybetî jî, tundtir. Foucault diyar dike ku di navbera tundî û rasyonelîteyê de tu nakokiyeke bingehîn tune ye. Zizek diyar dike ku tundiya sîstemî, behsa “encamên ku pir caran karesatbar in û ji xebata bêpirsgirêk a sîstemên me yên aborî û siyasî derdikevin holê” dike. Nirxandinên Zygmunt Bauman jî di alî fêmkirina tundiya pêkhateyî de girîng in.
 
Têkiliya çanda tundiyê ya bi zayenda civakî û bi taybet jî bi ekolojiyê re hatiye avakirin. Bi taybet mijar di teoriya femînîst û tevgeran de bi berfirehî hatiye nîqaşkirin û hişmendiyên girîng hatine afirandin. Pêwîst e ku ev mijar di çarçoveyeke berfireh û hevgirtî de, ku xwe dispêre bingehên wê yên civakî-dîrokî, were nirxandin. Bi taybetî, pêwîst e analîzeke sîstematîk û giştî her wiha perspektîfek der barê tundiyê de bê pêşxistin; analîzek ku di çarçoveya felsefeya hebûn û xwezayê de, hemû awayên derketina tundiyê li hemberî jin, mêr û civakê bi giştî li ber çavan digire.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê dê hefteya pêş bi sernavê ‘Tundiya ku di bin serdestiya mêran de bûye pêkhateyî’ bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 38’an a mijara dosyaya ‘Tundî û berxwedan’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.