Li sê bajaran li aqubeta windayan pirsîn: Kiryaran darizînin

  • 14:47 14 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan li Amed, Colemêrg û Êlihê li aqûbeta Mahmût Dogan, Îslam Bartin, Abdulhaluk Geylanî û Nîhat Aydogan pirsîn.
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin’ li Amed, Colemêrg û Êlihê çalakî li dar xistin û li aqûbeta Mahmût Dogan, Îslam Bartin, Abdulhaluk Geylanî û Nîhat Aydogan pirsîn û xwestin kujer werin darizandin û cezakirin.
 
Amed
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 927'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mahmût Dogan ê ku di 27'ê Mijdara 1993'yan de winda bûbû û cenazeyê wî di sala 1995'an de li gundê Xeraba Sitîlî yê Qerejdaxê hatibû dîtin, pirsîn. Çîroka Mahmût Dogan ji aliyê Rêveberê ÎHD'ê Yahya Polat ve hat xwendin.
 
Piştre Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku dîtin û eşkerekirina cenazeyan windayan ji bo pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelekî girîng e û wiha axivî: “Bi salan e em pirsa bûyerên windakirinên bi darê zorê û kuştinên kiryar nediyar dikin. Sibe roja bîranîna Seyîd Riza ye. Seyîd Riza û hevalên wî hatin darvekirin, cenazeyên wan ji aliyê dewletê ve hatin windakirin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan axaftineke gelekî bi hêvî kiribû, lêborîn xwestibû û soz dabû ku cihê gorên wan werin eşkerekirin. Lê belê di nav deh salên ku derbas bûn de me dît soza dayî nehatiye bi cih anîn. Bila neyê jibîrkirin ku wê bi kuştinên kiryar nediyar re rûbirûbûn çêbe.”
 
Piştî axaftina Ercan Yilmaz daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî.
 
Colemêrg
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 253'yan de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îslam Bartin û Abdulhaluk Geylanî ku 9-15'ê mijdara sala 2005'an de li navenda Geverê ji aliyê polêsan ve hatibûn kuştin hate pirsîn.
 
Daxuyanî ji aliyê hevseroka ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 21 sal e kujerên Îslam Bartin û Abdulhaluk Geylanî nehatine darizandin.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Êlih
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 763'yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nîhat Aydogan ê ku di Mijdara 1994'an de li gundê Mizîzex ê navçeya Midyatê ya Mêrdînê ji hêla cendermeyan ve hatibû revandin û ji wê roj ve tu agahî jê nehatiye girtin pirsîn.
 
Rêveber û endamên ÎHD'ê, xizmên windayan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girseyê di çalakiyê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hildan. Çîroka windakirina Nîhat Aydogan ji hêla Rêveberê ÎHD'ê ya Êlihê Zana Yucel Bozkûrt ve hate xwendin.
 
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.