Jin tên qetilkirin, çapemeniya alîgir çîroka wan vedibêje

  • 09:03 15 Mijdar 2026
  • Medya Kritîk

Gulîstan Gulmus 

RIHA-Tundî û qetilkirinên li hember jinan roj bi roj zêde dibin û çapemeniya alîgir ne wek qetilkirina jinan, teşeyê qetilkirina jinan dike çîrok.
 
Tundiya mêr a li jinan û qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin. Nêzîkatiya çapemeniya alîgir  a li hember van bûyeran dibe mijara nîqaşê. Êrîşên li hember mafê jiyana jinan gelek caran dibin nûçe, lê ziman, sernav û naveroka nûçeyan, tundiya ku jin dibînin û pêvajoya diçe qetilkirinê wêdetir, teşeyên qetilkirinê derdikevin pêş. Gumanbar çawa tevdigere, kîjan rêbaza qetilkirinê bi kar aniye tê vegotin, tiştên ku jin diijîn li plana dawî tê hiştin.
 
Li gorî rapora meha Cotmehê ya Platforma Em ê Qetilkirinên Jinan Rawestînin, di mehekê de 20 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 39 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Ji jinên hatine qetilkirin 15 heb bi çekê, 9 heb jî li malên xwe hatine qetilkirin. Ev dane nîşan didin ku qetilkirinên jinan ne munferîtin û jiyana jinan ji aliyê mêrên herî nêzî wan ve hedef tê girtin.
 
Di 2 mehan de 46 jin hatin qetilkirin
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê jî di meha Cotmehê de herî kêm 19 jin û 2 zaork hatine qetilkirin, 18 jin û 6 zaorkan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Îlonê jî herî kêm 27 jin û 6 zaork hatine qetilkirin, 10 jin û 6 zarokan bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Qetilkirin bi armanca zêdekirina hejmara tikandinan tên destgirtin
 
Em li nûçeyên di çapemeniya alîgir de tên çêkirin dinêrin, bûyer ji qetilkirina jinan wêdetir, çîroka wan derdixe pêş. Qetilkirin bi armanca zêdekirina hejmara tikandinan tên çêkirin û zimanê tundiya mêr bi zimanekî magazînî rewa dikin.
 
Komkujiya Sêwregê bi sernavê ‘hovîtî’ hat dayîn
 
Yek ji van mînakan nûçeya der barê qetilkirina S.K ya li Sêwrega Rihayê hat qetilkirinê bû. Halk Tv, di nûçeya xwe ya 12’ê Tebaxa 2026’an de bi sernavê ‘Li Sêwregê hovîtiya ‘toreyê’: 4 zarok û dayika wan bi çekê hatin qetilkirin û wesayît hat şewitandin’ hat weşandin. Di sernavê nûçeyê de teşeyê qetilkirina jinê, aliyên hovîtiyê derketin pêş. Di navekê de jî windabûna jinê, cenazeyê wê yê di wesayîtê de hatiye dîtin û komkujî çawa hatiye kirin hat ragîhandin. Li şûna ku tundiya li S.K hatiye kirin, paşeroja tundiyê û feraseta mêr a ku jin hedef girtin bê lêpirsînikrin, aliyên hovîtiyê û çîroka komkujiyê hat vegotin. Îfadeya ‘tore’ jî ku divê piştperdeya wê ya civakî bihata lêpirsînkirin, di sernav de wek hêmana ku balê bikşîne hat bikaranîn.
 
Îdiayên gumanbar navenda esas a nûçeyê bû
 
Bûyerek din li Mîdyada Mêrdînê çêbû. Di nûçeya ku der barê  jina bi navê Bediye Naz ku jiyana xwe ji dest da, ev hat dîtin. Haber Turkê di nûçeya xwe ya 4’ê îlona 2026’an de wiha got: “Jina ciwan  ji katê 5’an de ketibû û miribû..Cezayê ji hevjînê wê re hat xwstin diyar bû!’. Di nûçeyê de cih da îdianameya der barê ku Bedriye Naz ji aliyê hevjînê wê ve ji paceyê ve hatiye avêtin  û îfadeyên şahidan. Lê di nûçeyê de bi berfirehî îdia kir ku gumanbar di telefona jina pê re hatibû zewicandin d peyamên mêrekî din dîtiye û jinê bi daxwaza xwe, ji pacê xwe avêtiye.  Îdiayên gumanbar ên wekê  ‘xapandinê’ ji nû ve kir rojevê. He r wiha di nûçeyê de îfadeyên şahidan yên wekê ‘Min xilas bikin, wê min bikuje’ jî cih girtin. Lê ev agahî neketin navenda esasa a nûçeyê.
 
Rêbaza tundiyê kirin sernav
 
Nûçeyek din a der barê qetilkirina Canan Yildirim ya li Antalyayê bû. Halk TV di nûçeya 12’ê cotmeha 2026’an de bi sernavê ‘Di cînayeta jinê de îtîrafa bi xof: Ewil ava kelandî lê kir piştre xeniqand!’ weşand. Haber Turk jî ‘Bûyera bi xof: Ewil ava kelandî lê kir piştre xeniqand’ weşand. Di her du nûçeyan de jî heman îfade hatin cih girtin.  Di naverokê de jî hat gotin ku gumanbar ji ber sedema ji ber jinê ew xapandiye nîqaş kiriye. Lê qetilkirin, beriya tundiyê û mekanîzmayên ku jinê biparêzin di nûçeyê de cih negirtin.
 
Biryara durxistinê heye lê jin nehat parastin
 
Di nûçeya der barê qetilkirina Kumsal Kayan a 21 salî ku li navçeya Nazîlî ya Aydinê ji aliyê hezkiriyê xwe yê berê ve hat qetilkirin jî heman tişt dereket holê û ligel zimanê nûçêyê mekanîzmayên parastinê çawa dihat nirxandin bal kişand. DHA’yê di nûçeya xwe ya 31’ê cotmeh a2026’an de ‘hezkiriyê wê bi çekê Kumsal qetil kir û hat definkirin’ weşand. Di nûçeyê de hat gotin ku biryar durxistinê hebûye û hatiye qetilkirin. Di Haberturkê de jî hat diyarkirin ku tevî biryara durxistinê hebûye Kumsal Kaya nehatiye parastin. Di nûçeyan de bi çekê qetilkirin, pêvajoya nexweşxaneyê, merasîma cenazeyê bi berfirehî cih girt. Lê der barê lêpirsînek bi bandor de tu tiştek nehat gotin.
 
20 roj piştî destberdanê hat qetilkirin
 
Li Arsîna Trabzonê jî Gulşah Oktay ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû ve hat qetilkirin. Di nûçeya der bavê vê bûyerê de jî heman tişt derketin holê. Di nûçeya DHA  û Haberturkê de jî îfadeyên dişibiyan hev hatin bikaranîn, qetilkirin bi berfirehî hat ragîhandin.Gumanbar berê dest ji Gulşah Oktay berda bû û di nûçeyan de li şûna tundî û tehdîdên gumanbar yên beriya qetilkirinê bên vegotin, êrîş çawa pêk hatiye hat vegotin.
 
Her wiha li Etîmesguta Enqereyê jî Buse Akgun ji aliyê mêrê pê re zewicandî Bayram Gok ve hat qeitlkirin. Der barê Buse Akgun de jî DHA’yê heman vegotin anî ziman. Ne jiyana jinê berfirehiye qetilkirinê derxisitn pêş.
 
Pêvajoya êrîşa zayendî bi pêvajoya edlî hat sînorkirin
 
Nêzîkatiya çapemeniya alîgir ne tenê di qetilkirinan de, di nûçeyên der barê destdirêjî, tundiyê de jî heman nêzîkatiyê nîşan dide. Nûçeya der barê revandina jina 21 salî a li Sêweregê jî piranî lêpirsîn û pêvajoya girtinê derxist pêş. Pêvajoya êrîşa zayendî bi pêvajoya edlî sînor kirin.
 
Ev mînak ku em bêjin çapemeniya alîgir tundî û komkujiyan nake nûçe. Ya girîng ev e  ku bi kîjan aliyan dike nûçe. Teşeyê qetilkirina jinan dikin sernav, bi berfirehî cih didin parastina gumanbar, aliyên dramatîk yên kuşyinê derdixin pêş.  Der barê qetilkirina jinan de çêkirina nûçeyan, bi li ku çima, li ku derê hatiye qetiklirin sînor nîne. Divê gavên ji bo pêşîgirtina tundiyê, peywirên saziyan bên lêpirsînkirin.