Di bin siya zextan de keda jinên ku mîdyeyan çêdikin

  • 09:03 22 Îlon 2025
  • Ked/Aborî
 
Elfazî Toral
 
STENBOL-Jinên firoşkarên mîdyeyê diyar kirin ku ew rûyê nayên dîtin ên ked û hilberînê ne û wiha gotin: “Hilberîna mîdyeyê jin dikin. Lê ne ked ne jî hilberîna wan nayê dîtin. Hewcedariya me bi piştgiriya jinan heye.”
 
Jinên ku tevî derfetên bi sînor di her teşeyê hilberînê de cih digirin, bi keda xwe ne tenê berhem, di heman demê de azadiya aboriya xwe jî ava dikin. Lê ev rê ne hêsan e. Jin tevî zextên pergalê, tevî mobînga li cihê kar li berxwe didin û jiyana xwe ava dikin. Lê mixabin keda wan nayê dîtin.
 
Eyle Çîçek ya 45 sal in kevneşopiya mîdyeyan didomîne, bi hevalên xwe yên jin ên bi hev re dixebitin, li Stenbolê firoşkariya seyar a mîdyeyan dike. Jinên firoşkarên mîdeyeyê ku hem çêdikin hem difroşin ji JINNEWS’ê re axivîn.
 
Zehmetiya kar
 
Eylem Çîçek da zanîn ku mîdyevanî ji malbata wê ji wê re mîrate maye û got: “30 sal in vî karî dikim. Karê wê zehmet e.  Malbata min jî ev kar dikir. 45 sal in vê kevneşopiyê didomînim. Ewil min tenê çêdikir. Lê min tezgah vekir û ez difroşim. Ez li malê amade dikim bi hevalên xwe re difroşim. Em mîdyeyan bi 5 TL difroşin. Gelek xweş in, tên ecibandin û tercîhkirin. Di her asta wê de ez heme. Carnan em diçin mîdyeyan bixwe ji behrê derdixin. Em tînin malê amade dikin. Bêguman wek her karî ev jî zehmet e."
 
‘Hilberîna me ye’
 
Eylem Çîçek wiha berdewam kir: “Em bi gelek zextan re tên rû hev. Polîs û zabita zextan dikin. Dibêjin hûn nikarin li vir bifroşin. Carnan siniya me desteser dikin. Mîdye mîrateya 45 salan e. Du meh in em vî karî dikin. Lê gelek caran tundî li me hat kirin. Dixwazin me biçewisînin. Ji ber em jin in du caran zextan dikin. Lê em li berxwe didin û em ê berxwedanê bidomînin. Bi taybet em ji jinan piştgiriyê dixwazin. Ji ber krîza aborî jin gelek bi bandor dibin. Keda jinê nayê dîtin. Keda me tune tê hesibandin. Hêza jinê nabînin. Li kolanê gelek caran em bi tacîza gotinî re tên rû hev. Ya me li ser piyan dihêle piştevaniya jinan e. Jin rûyê nayê dîtin yê kar e.”
 
Rihê yekitiyê
 
Jina ku nexwest navê xwe bide jî wiha got: “Em sibehê zû radibin. Em mîdyeyan digirin. Em tînin malê amade dikin. Êvarê jî em dibin difroşin. Gelek caran polîs û zabite zextan dikin. Lê ez ji bo nanê xwe li wir im. Ji ber em jin in wisa dikin. Em ne tenê li dijî vê li dijî gelek tiştî têkoşînê didin. Dema têkoşîn tê gotin jin tê hişê mirovan. Em du jin hewl didin aboriya xwe bi dest bixin. Qezenca me zêde nîne lê em bi hev re hildiberînin û aboriya xwe bidest dixin. Em dikarin bi hev re bi ser kevin.”