
Zilar Stêrk: Têkoşîna Azadiyiya Kurdistanê nikare bê tunekirin
- 09:07 21 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zilar Stêrk diyar kir ku yên sed sal in polîtîkaya înkar û îmhayê ferz dikin îradeya PKK'ê dîtine û got, "Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi tU awayî nikare bê tepisandin û tinekirin."
PKK'ê ku di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê Kongreya Awarte ya 12'emîn lidar xist,dema nû biryarên dîrokî di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir.
Ji delegeyên kongreyê Zilar Stêrk li kongreyê nirxandin kir:
"Paradîgmaya Rêber Apo, weke tê xwestin me fêm nekir, em têde zêde kûr nebûn. Lê li kêleka vê yekê, tevî vê yekê jî di van 26 salên dawî de gelek pêşketin jî di têkoşîna me de derketin holê. Ji milê leşkerî, siyasî, dîplomatîk, civakî û paradîgmaya îdeolojîk ve wisa pêşketineke girseyî derket holê. Lê belê li kêleka vê yekê me dikarî pêşketinên hîn mezintir jî afirandiban. Têkoşîna azadiya Kurdistanê wê bi ti rengî neyê tepisandin û tune nabe. Di vê pêvajoya 26 salan de hêza xwe ya têkneçûnê îspat kir. Komploya navneteweyî pêş ket, tasfiyegeriya di hundirê rêxistinê de pêş ket, di qada şer de bi hemû pêşketinên NATO’yê bi ser gerîla de hatin, xwestin yek bi yek gerîla tune bikin. Lê belê hat nîşandan ku ev rêxistin tune nabe. Her çendî ku me jî dijmin tam têk nebiribe, heval Cemal ji vê yekê re got, ‘pat’. Yanî tevî hemû êrîşan, weke tevgera PKK’ê em li ser piyan e. Hemû cîhan vê yekê dibîne. Hêzên navneteweyî jî vê dibînin. Dewleta Tirk jî vê dibîne. Yanî yê ku li dijî me ev siyaseta înkar û îmhayê sedsale ferz dike, ev îradeya derketî holê dîtiye."