
Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê bi dawî bû
- 16:24 25 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê de li ser berjewendiyên neteweyî yên Kurdî, stratejiyên diplomasiyê û yekîtiya neteweyî nîqaşên berfireh hatin kirin. Kongre bi hilbijartina hevserok û endamên Konseya Rêveber bi dawî bû.
Di rûniştina duyemîn a roja duyemîn a Desteya Giştî ya 23’yemîn a KNK’ê de, Konseya Rêveber hilbijartina xwe lidar xist. Bi nîqaş û yekîtiya dengan a delegeyan, 19 endamên Konseya Rêveber bûn 23 endam. Piştre hilbijartina Konseya Rêveber hate kirin. Kongre bi xwe dayîna naskirina endamên ji bo Konseya Rêveber û pêşniyaran, dewam kir.
Hevserokên KNK’ê Zeynep Murad û Ahmet Karamus ku jinûve hatin hilbijartin, axivîn û spasî kirin. Zeynep Murad got, “Di dema nû de em wezîfeya xwe digirin ser xwe, em di ferqê de ne ku ev berpirsyarî çiqasê giran û dîrokî ye. Ji bo destkeftiyên gelê Kurd ên di vê sedsalê de mayînde bibin, pêvajoyeke zehmet li pêşiya me ye ku xebatên neteweyî hîn zêdetir bi disiplîn bên meşandin û zemînê dîplomatîk were xurtkirin. Weke rêveberiya nû em di ferqa vê yekê de ne.”
Ahmet Karamus jî di axaftina xwe de ev tişt diyar kir: “Ev pêvajo pir hesas e. Em ê di du salên pêşiya xwe de ji bo xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî, di têkiliyên dîplomasî û navneteweyî de weke yek deng ji bo temsîlkirina gelê Kurd bixebitin.”
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar jî axivî û diyar kir ku eger pêvajo pêş bikeve, hêvî heye ku li Tirkiyeyê dawî li înkara li ser gelê Kurd were.
Aydar ji bo konferansa ku wê di salvegera 100’emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de ji aliyê KNK’ê ve were organîzekirin û mîtînga ku wê li Elmanyayê were kirin, banga tevlîbûnê kir.
Kongre bi nîqaş û pêşniyarên beşdarên ji her çar parçeyan, nûnerên partiyên siyasî, kes û delegeyan û bi nîqaşên li ser parastina destkeftiyên Kurdistanê bi dawî bû.
Endamên konseya rêveber a KNK'ê
Ji bo Konseya Rêveber a KNK’ê ev kes hatin hilbijartin:
1-Shêx Şemal
2-Refik Gefur
3-Ekrem Husso
4-Îbrahim Alipur
5-Behzad Pîrmusa
6-Şêrko Muhammed Emîn
7-Faruk Cemîl
8-Mîran Saleh
9-Şukrullah Muhammed Emîn
10-Osman Ergin
11-Said Senendecî
12-Yakup Mîrza
13-Zubeyir Aydar
14-Nilufer Koç
15-Rojîn Mukriyan
16-Dîmen Sohrabî
17-Şahla Hafid
18-Aria Issa
19-Fatma Lekto
20-Zeynep Mustafa
21-Nure Alkış
22-Perwîn Saîd
23-Şilan Eminoglu