
‘Di komunên ji bo civaka demokratîk tên avakirin de cih bigirin’
- 20:26 8 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li paytexta Îtalyayê têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtina gel hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang li gel hat kirin ku di nava komunên ku ji bo avakirina civaka demokratîk were avakirin de cih bigrin.
Li paytexta Îtalya Romayê têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de kir, hevdîtina gel hate lidarxistin.
Civîn li Grossetoyê pêk hat û Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî beşdar bû. Di hevdîtinê de ji bo avakirina civaka demokratîk erk û berpirsyariyên derbarê pêvajoya pêş de hatin nîqaşkirin. Di civînê de îşaret bi girîngiya demokrasiyê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de hate kirin. Her wiha nîqaşên ‘Sosyalîzma Demokratîk’ û ‘Komuna Demokratîk’ ku di perspektîfa polîtîk ya Abdullah Ocalan de ku ji Kongreya 12’emîn a PKK’ê re şand de cih girt, hatin kirin.
Di civînê de hate destnîşankirin ku ji bo avakirina civaka demokratîk divê her beşên civakê tevlî vê pêvajoyê bibin û di komunên bên avakirin de cih bigrin.