Li Amedê ji bo biryara ‘mafê hêviyê’ bang
- 19:40 14 Îlon 2025
- Rojane
AMED- Li Amed Platforma Ked û Demorkasiyê bi daxuyaniya ku da daxwaz kirin ku biryara mafê hêviyê ya DMME’ê daye pêk bê.
Li Amedê bi pêşengiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê û bi banga Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li ber AZC Plazayê bi dirûşma “mafê hêviyê tavilê bê bicîhanîn” daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji bilî nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, gelek kes jî amade bûn û bi awayekî berdewam dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Muhuttin Muguç diyar kir ku misogeriya hiqûqî ya vê serdema dîrokî bi bicîhanîna mafê hêviyê pêkan e û got, “Entegrasyona demokratîk a aştiyê jî bi gavên zagonî yên mafê hêviyê û veguherîna wê ber bi azadiyê ve girêdayî ye.” Muhuttîn Muguç bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir ku bicîhanîna biryarê bi bandor bişopîne; her wiha bang li TBMM, partiyên siyasî, mekanîzmayên dadweriyê û Wezareta Dadê kir ku biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û pêşniyarên Komîteya Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bicîh bînin. Wî herwisa bang li raya giştî ya demokratîk kir ku hesasiyetê û berpirsiyariyê nîşan bide.
Daxuyanî bi çepik û tîlîliyan bi dawî bû.