Kongra Star der barê Heyfa Adil Tayar de daxuyanî da

  • 21:34 14 Îlon 2025
  • Rojane

NAVENDA NÛÇEYAN- Kongra Star a bajarê Helebê revandina jina ciwan Heyfa Adil Tayar ji aliyê endamên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ve li ser rêya Heleb-Dêr Hafirê şermezar kir û got civaka navneteweyî berpirsê sûcên ku li dijî jinên sûriyeyî têne kirin.

Endamên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê duh li ser rêya Dêr Hafir-Helebê jina ciwan Heyfa Tayar a ji bajarê Kobanê revandin. Heyfa Tayar diçû taxa Şêxmeqsûdê ji bo ku serdana xizmên xwe bike. Heta niha çarenûsa Heyfa Tayar nediyar e.
 
Der barê bûyerê de Kongra Star a bajarê Helebê daxuyaniyek li pêşiya hola civînan a 8’ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê da. Bi dehan endamên Kongra Star û nûnerên tevgerên jinan hazir bûn.
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo ve hatiye xwendin de, hate gotin: “Jin li erdîngariya Sûriyeyê ya ku di encama siyaseta desthilatê de tevlihev bûye, rûbirûyî xetereyê ne. Desthilata halê hazir, jinan kêm dibîne, hewl dide bi tevahî rêbazan tirsê di dilê wan de biçîne, ji bo ku tev li jiyana pratîk û siyasî nebin.”
 
Kongrayê revandina Heyfa Tayar bi sûcekî wesifand ku li ser lîsteya sûcên li dijî jinan zêde dibe. Her wiha kongrayê sûcên li dijî sûriyeyî şermezar kirin, tevahî cureyên şîdetê red kirin û diyar kir ku civaka navneteweyî û Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê berpirsên van sûcan in û bang kir ku ev sûc rawestin, hesab ji sûcdaran bê pirsîn û bilez revandî û windahî serbest bên berdan.
 
Di dawiyê de Kongra Star destnîşan kir ku ew dengê jinan e û dê jinan li hember zilmê û sitemkariyê bike yek ji bo ku Sûriyeyeke demokratîk a pirreng ava bikin.