Ji bo Jîna Emînî bang kirin: Em têkoşîna xwe bilind dikin

  • 18:27 16 Îlon 2025
  • Rojane
AMED - DAKAP’ê, sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin bi daxuyaniyekê bibîranîn.
 
Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) bi wesîleya 3’emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ya 16’ê îlona 2022’an d eji aliyê rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin daxuyaniyek da. Girse ji Qada Şêx Seîd ya Deriyê Çiyê heta Mizgefta Meizn meşiya.
 
Piştî meşê li ser navê DAKAP’ê Çagla Sanay daxuyanî xwend. Beriya daxuyaniyê seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen axaftinek kir û da zanîn ku têkoşîna jinên Kurd didome û got wê heta dawÎ l dijî zîhniyeta serdest têbikoşin.
 
Çagla Sanay piştre daxuyanî xwend û balişand ser qetilkirina Jîna Emînî û got: “Qetilkirin Jînayê ne tenê bi gelê Îranê re bi gelê cîhanê re birînek mezin vekir.Jîna bû sembola têkoşîna azadiy jinan. Piştî Jînayê bi mîlyonan jin û ciwan daketin kolanan û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li cîhanê deng da. îro li her derê cîhanê jin ji bo mafên xwe têdikşin. Mîrateya Jînayê ji me re hiştiye berpirsyariye. Jin wê têkoşîna xwe li her derê mezin bikin. Bijî piştevanî bijî têkoşîna azadiya jinan.”
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk jî axivî û diyar kir ku piştî qetilkirina Jîna Emînî jinan xeta têkoşînê mezin kirine û got dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ dirûmşeya hemû cîhanê ye.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.
 
Riha
 
Platforma Jinan a Rihayê jî bi wesîleya 3’emîn salvgera qetilkirina Jîna Emînî daxuyaniyek da. Di daxunî li ber Park Nova ya navçeya Xeliliye ya Rihayê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em xwedî li maf, azadî û têla porê xwe derikevin, em berxwedanê mezin dikin’ hat vekirin û dovîzên wekê ‘em bi serhildan û şoreşa xwe di şopa Jîna Mahsa Emînî de ne’ hatin hildan. Tevgera Jînen Azad (TJA),Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî), Dayikên Aştiyê, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Egîtîm Sen û gele kes tevli bûn. Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azad’, ‘bijî têkoşîna jinan hat berzkirin