
‘Pêkanîna mafê hêviyê wê pêvajoyê bigîhêjîne encamên erênî’
- 09:04 18 Îlon 2025
- Rojane
Evîn Çîftçî
RIHA - Endama OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel der barê pêkanîna mafê hêviyê de axivî û wiha got: “Divê di serî de ji bo Birêz Abdullah Ocalan mafê hêviyê pêk bê û ev biryar di çarçoveya sererastkirina qanûnî de veguhere ewlehiyê.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ kir û bi vê re ji bo gelên Tirkiye, Kurd û hemû gelan bû destpêka demeke dîrokî. Ev bang di serî de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din pêkanîna mafê hêviyê jî nîşan dide. Di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ev pêkanîn yek ji gavên şênber tê dîtin. Endama Rêveberiya navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel der barê mafê hêviyê de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ji bo pêvajoyê ev gaveke krîtîk a girîng e û yek ji gavên ku divê bê avêtinê ye.
‘Gavên pêwist divê bi lez bên avêtin’
Ayşe Şehrîban Demîrel da zanîn ku di çarçoveya banga dîrokî de gelek gavên dîrokî hatine avêtin lê hîna dewlet di mijara avêtina gavan de kêm maye. Ayşe Şehrîban Demîrel wiha got: “Di serî de jî gelek guherînên qanûnî hene. Bendewariya me ev e ku gavên pêwist di demek kurt de bi lez bên avêtinê.Mixabin rayedarên dewletê di alî hiqûqî de gavên divê bên avêtin dereng dixîne. Bêguman ev jî nêzîkatiya dewletê ya li hember pêvajoyê nîşan dide. Bendewariya me ev e ku biryarên DMME’ê yên der barê Tirkiyeyê de hatine dayîn di çarçoveya qanûnî de pêk bên. Avêtina van gavan nêzîkatiya li hember pêvajoyê jî nîşan dide.”
‘Divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan pêk bên’
Ayşe Şehrîban Demîrel di berdewamiyê de anî ziman ku mafê hêviyê ne mafekî ku bi şertan pêk bê ye û divê ev maf pêk bên. Ayşe Şehrîban Demîrel wiha daxuyand: “Pêkanîna mafê hêviyê ji bo encamên erênî gelek girîng e. Tirkiye li gorî peymanên ku alîgirê wê van biryaran pêk nayene. Ev jî dibe sedema pirsgirêk û mexduriyetan. Ev maf di serî de Birêz Ocalan û bi hezaran girtiyên muebetê bi bandor dike. Lê em dizanin ku bi vê biryarê wê şertên azadiya Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên avakirin. Lê dewlet ji vê ditirse û xwe dide alî. Divê pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ re pêkanîna mafê hêviyê wê pêvajoyê erênî pêş bixîne. Di vî alî de ev girîng e. Di vê biryara mafê hêviyê diserî de ji bo Abdullah Oclaan pêk bê û ev biryar veguherî ewlehiya qanûnî.”
‘Em bandorek pêvajoyê nabînin’
Ayşe Şehrîban Demîrel der barê pêvajoyê de jî daxuyakirin ku ne pêkane em bêjin tiştekî şênber yê berbiçav heye û wiha domand: “Armancek pêvajoya aştî û civaka demokratîk heye. Ev jî bi başkirinên li girtîgehan dikare bê kirin. Yanî divê me bandora vê herî zêde li girtîgehan bidîta lê mixabin em nabînin. Lijneyên îdarî û şopandinê bi kêfî tevdigerin. Tahliyekirina girtiyên nexweş tê astengkirin. Der barê vê de sererastkirinek nayê dîtin. Polîtîkayên tecrîdê didomin. Gelek binpêkirinên mafan hene.”
‘Tişta ku civak ji dewletê dipê’
Ayşe Şehrîban Demîrel di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Tişta ku herî zêde civak ji dewlet û desthilatdariyê dipê hiqûq e. Dema biryarên ku hatine girtin Tirkiye pêk bîne wê daxwazên civakê jî bên cih. Em wek OHD bi salan e li dijî binpêkirina mafan têdikoşin. Me gelek caran bi xebatên xwe danî holê ku divê guherînek hebe. Divî alî de divê dewlet di alî mîmarê pêvajoyê Birêz Ocalan de gavan bavêje azadya wî pêk bîne. Bi hiqûqê mafan bîne cih. Di vî alî de ne tenê STK divê hemû aliyên civakî li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Xwedî lê derkevin. Ev xwedîderketin di alî pêvajoyê de hewcedariyek e. Em bang li hemû aliyan dikin. Divê hem mafê hêviyê pêk bê, hem ji bo Kurdan statu bê nasîn. Di vîalî de divê gelek sererastkirin bên kirin.”