Pirtûka ku nivîsandiye nikare bixwîne

  • 09:03 21 Îlon 2025
  • Rojane
 
 
AMED - Fatma Acar da zanîn ku li girtîgeha ku kurê wê dimîne bi salane binpêkirina mafan tê jiyîn û balişand ser sewqkirina girtîgehên dûr, şertên giran û pêkanînên kêfî. Fatma Acar  wiha got: “Kurê min pirtûka ku nivîsiye jî nikare bixwîne.”
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin giran dibin. Demên dawî de binpêkirinên kêfî zêde bûne. Fatma Acar ku kurê wê Cebraîl Acar girtiye, diyar kir ku ji bo kurê xwe bibîne bi kîlometreyan rê diçe û got: “Kurê min tu sûcê wî tuneye. Sewqê girtîgeha dur kir û di bin şertêngiran de ne. Ewlehiya canê kurê min tuneye.”
 
Fatma Acar  der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Fatma Acar got 24’ê Nîsanê de kurê wê li Mersînê bi awayekî birîndar hatiye binçavkirin û got: “Tu sûcê kurê min tuneye. Yên ew sûcdar dîtine sûcdarin.Dema diçim girtîgehê zehmetiyên mezin dikşînim. Ez pîrim, nikarim bimeşim. Ji bo kurê xwe neçarim biçim. Wek min bi hezaran dayik hene. Bi gopalan diçin hevdîtinan. Behsa pêvajoya aştiyê dikin. Lê kurê min nadin girtîgehên nêz. Ewil birin Mersînê piştre Edene, Ceyhan, Îskenderun û herî dawî birin Kirşehîrê. Kurê min dema li Îskenderun-Ceyhanê bû bavê wî Alzheîmer bû. Me xwest kurê min bînin Amedê. Bavê wî beriya wefat bike got bila kurê min bê ser gora min. Me gelek hewl da ku kurê min bavê xwe bibîne.”
 
‘Neheqiyê li zarokên me dikin’
 
Fatma Acar bi lêv kir ku ji bo kurê wê sewqê Amedê bê kirin gelek hewl dane û got: “Gotin pere bidin em ê sewq bikin. lê me da dîsa jî rêveberiya girtîgehê destur neda. Li her girtîgehê edaletek cuda heye. Li gorî xwe senaryoyan dikin. Li zarokên me neheqiyê dikin. Gava germ ser kurê min û hevalê wî de kirin. Ev zilm qebûl nekirin û du sal ceza dan wan. Min 11 meh şûnde kurê xwe dît. 17 mehe ez nabînim. Nahêlin kurê min pirtûka ku nivîsiye jî bixwînin.  Ewlehiya zarokên me tuneye. Ji ber derneketin hewzê ceza danê.”
 
‘Behsa pêvajoyê dikin çi hewcebe neçarin bikin’
 
Fatma Acar wiha domand: “Nahêlin pirtûka ku nivîsiye bixwînin. Ev neheqiyek mezine, şerma mezine. Baweriya min bi pêvajoyê nemaye. Madem pêvajo heye çima kurê min nikare pirtûka xwe bxîne. Girtîgeh pir dûr e. Ez 47 salî me. Nikarim biçim. Kurê min bê sûc e. Tiştek jî nekiriye. Wan senaryo li gorî xwe nivîsin. Kurê min bi min re kurdî diaxive destûr nadin. Ez Tirkî nizanim. Em di bin zextan de ne. Divê pêvajo ne wisa be. Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin.”