
‘Muxatabê aştî û çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e’
- 09:05 21 Îlon 2025
- Rojane
Evîn Çîftçî
RIHA - Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Ayşe Surucu da zanîn ku di komîsyona ku li meclîsê hatiye avakirin de divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê guhdarkirin û wiha got: “Muxatabê aştî û çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan e.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir û bi vê re demek nû dest pê kir. Piştî bangê PKK’ê 5-7’ê Gulanê de 12’yemîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshkirinê da. Piştî vê Komeke gerîla ku ji 15 jin û 15 mêran pêk dihat û pêşengiya wê hevseroka KCK’ê Besê Hozat kir, li Silêmaniyê merasîma şewitandin açekan pêk anî. Gava ku PKK’ê avêt li cîhanê deng da. Piştî vê bi pêvajoya muzakereyê re li meclîsê komîsyonek hat avakirin.
Piştî avakirina komîsyonê şûnde, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî û yên di komîsyonê de cih girtin diyar kirin ku muxatabê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane. Li aliyê din tê xwestin ku Abdullah Ocalan di komîsyonê de bê guhdarkirin.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Ayşe Surucu der barê mijarê de nirxandin kir.
‘Divê Birêz Ocalan bê guhdarîkirin’
Ayşe Surucu, da zanîn ku pêvajo pir giran dimeşe û divê demildest gavên şênber bên avêtin. Ayşe Surucu wiha vegot: “Li Meclîsê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çaresreiya pêvajoya civaka demokratîk û aştiyê komîsyonek hat avakirin. Li Tirkiyeyê divê gavên şênber bên avêtin. Xebatên komîsyonê giran pêş dikevin. Beriya her tiştî divê navbera komîsyonê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hevdîtin pêk bê. Komîsyonê bi dayikên aştiyê, sazî û dezgeyan re hevdît kir lê muxatabê aştî û çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan e. Mixabin hîna hta îro di komîsyonê de hevdîtinek nehatiye kirin. Ger di pêvajoyê de samîmî bin wê Birêz Ocalan guhdar bikin û hevdîtinê bikin.”
‘Hevdîtinên bêyî Abdullah Ocalan qels dimînin’
Ayşe Surucu destnîşan kir ku ji 1993’yan heta niha ji bo aştiyê bang tên kirin û wiha bi lêv kir: “Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan sererastkirin bên kirin. Bi bangên wî berê jî pêvajoyên bi vî rengî pêk hatin. Îro dîsa pêvajo hatiye destpêkirin. Ev jî bi banga Birêz Ocalan hat destpêkirin. Muxatabê esas Birêz Ocalan e. Hevdîtinên bêyî wî qels dimînin. Bêyî hevdîtin kêm dimînin."
‘Bang ji bo her kesî bû hêvî’
Ayşe Surucu di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan xwedî bandorek mezine û wiha dawî lê anî: “Banga Birêz Abdulla Ocalan ya 27’ê Sibatê ji bo her kesî bû hêvî. Şertê azadiya Abdullah Ocalan pêk bê, wê pêvajo û komîsyon di alî civakê de bandorek mezin biafirîne. Gel vê pêvajoyê de çareseriyek aştiyane û demorkatîk dixwaze. Êzidî,Ereb, Kurd, Tirk û gelên din ji pêvajoyê bi hêvî ne. Gel hesreta aştiyê ye.”