Têkoşîna jinekê ya bi naylonê re

  • 09:05 22 Îlon 2025
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Ceylan Yildirim piştî erdhejê karê xwe winda dike û dest bi berhevkirina naylonan dike. Ceylan Yidirim da zanîn ku bi vî karî debara xwe dike û tevî zor û zehmetiyan karê xwe didomîne.
 
Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên dewletê bandorek neyînî li ser mafê jiyana gel dibe. Bi taybet jî jin gelek bi bandor dibin. Jinên di alî aborî de pirsgirêkan dijîn, ji bo debara xwe bikin dikevin hewldanan. Ceylan Yildirim (37) heta nîvê şevê ji kolanan an jî çopê naylonan kom dike. Ceylan Yildirim a li Rezan a Amedê dijî, diyar kir ku ev rewş di her alî de wê dide zorê.
 
Ceylan Yildirim der barê karê ku dike de ji ajansa me re axivî û çîroka wê bandor li mirovan dike.
 
Di erdhejê de hevjînê xwe winda kir
 
Ceylan Yildirim di 2023’yan de di firinekê de wek xebatkara paqijiyê dixebite û rojane 700 TL qezenc dike. Lê piştî erdheja mezin a 2023’yan 40 rojî naçe kar û ji ber vê karê xwe winda dike. Ceylan Yildirim ji ber pirsgirêkên aboriyê dest bi komkirina naylon û kartonan dike. Ceylan Yildirim wiha got: “Min rojê 60 TL qezenc dikir. Lê têrî tiştekî nedikir. 5 zarokên min hene. Piştre min dest bi komkirina naylonan kir. Bêguman ew jî zêde ne biqezenc e lê ji kartonan baştir e.”
 
Di saetên şevê de naylonan kom dike
 
Ceylan Yildirim diyar kir ku bi şev diçe naylonan kom dike û sedema vê jî ev e ku xizmên wê nebînin û got: “Ez neçar im vî karî bikim. Ez li zarokên xwe dinêrim. Sedema vê rewşa min krîza aborî ye. Hinek li cihê xwe rûdinin bi mîlyonan qezenc dikin lê hinek jî bi şev û roj ji bo nanê xwe dixebitin.”
 
Ceylan Yildirim çîroka xwe wiha ji me re vedibêje: “Du sal û nîv in vî karî dikim. Rojane 100 TL  carinan 200 carnan 300 TL qezenc dikim. Bi şev heta dereng naylonan kom dikim. Sibehê jî amade dikim û difroşim. Ez naylonan li pişta xwe dikim û dibim difroşim."
 
'Em li warê xwe bûn wek parsek'
 
Ceylan Yildirim da zanîn bila jin li ser lingên xwe bisekinin û wiha dewam kir:"Em li bajarê xwe li ser axa xwe bûn wek parsek. Dema dikevim nav çopê şerm dikim. Mirov li min dinêrin û dibêjin karekî din tuneye bikî. Ne tenê ev carnan heta tacîzê jî diçe. Lê ez bi karê xwe serbilind im. Di pişta min de fitiq heye. Divê tiştên giran ranekim. Lê neçar dimînim. Ez zaroka xwe ya biçûk bi xwe re dibim. Tiştên dijîm bi vê ne sînor e. Yên avahiyê nedixwestin ez naylonan bînim avahiyê. Bertek nîşan didan. Dema min nû kom kir zarokê min çend caran nexweş ketin, enfeksyon girt. Doktor got çima evqas enfeksiyon girtiye. Min got ez neçar im zarokê xwe bi xwe re bibim. 5 zarokên min hene. Her karê xwe ez dikim. Ne şeva min heye ne roja min heye. Ji bo kar yek alîkarî bide ez qebûl dikim. Lê ji kesî bendewariya min tuneye. Ez bi karê xwe serbilind im. Bila jin li ser lingên xwe bisekinin."
 
Ceylan Yildirim wiha dewam kir:"Ji ber bi şev dixebitim kesên serxweş gotinan dibêjin. Di meha remezanê de kesekî got ez alîkarî didim te û ez li wesayîtê siwar bûm. Piştre min ji gotinên wî niyeta wî fêm kir. Min bertek nîşan da û ez ji wesayîtê derketim." 
 
'Trama min a herî mezin zarokatiya min e'
 
Ceylan Yildirim da zanîn travmaya wê ya mezin a zarokatiya wê ye û wiha dawî lê anî:"Travma min ya herî mezin zarokatiya min bû. Bavê min ji zarokên keç hez nedikir. Ji yê kur hez dikir. Min ev her tim lêpirsîn dikir. Ez pir xemgîn dibûm. Ez mezin bûm jî ev wek birînekê di dilê min de ye. 15 salî  min kesek nas kir û reviyam, zewicîm. Zarokê min yê  ewil çêbû û mir. Hevjînê min û malbatê zilma mezin li min kirin. Dema em nû zewicîn tiştekî me tunebû. Min ji çopê tişt dianî û bikar dianî. Nivîn, xalî, çi hebûna. Malbata hevjînê min tu carê nebûn alîkar.”