
TJA derbarê 'Mafê hêviyê' de daxuyanî da
- 13:06 23 Îlon 2025
- Rojane
AMED - TJA, derbarê "mafê hêviyê" yê AKBKê de daxuyaniyek da û got: "Divê tecrîd bi dawî bibe û mafê hêviyê tavilê were bicîhanîn. Em bang li Konseya Ewropayê dikin ku li gorî prensîbên xwe tevbigere û li Tirkiyeyê jî bang dikin ku dev ji polîtîkayên xwe yên înkarê berde û ber bi çareseriyek civakî ve biçe."
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (ECPC) ya derheqê "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya ku bi Erebî û Îngilîzî hatiye weşandin, ji Konseya Ewropayê re jî hatiye şandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Astengkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ne tenê desteserkirina mafan a takekesî ye; di heman demê de dûrxistina sîstematîk a bingeha civakî ji hêviya aştiyê, çareseriyek demokratîk û beşdariya siyasî ye. Ev nîşan dide ku rejîma tecrîdê, ku rasterast vîzyona jinan a aştî û azadiyê hedef digire, berdewam dike.
Bicîhanîna mafê hêviyê dê gaveke girîng be di xurtkirina îradeya mirovan a ji bo jiyana bi hev re, wekhev û azad de û di avakirina civatek demokratîk de bi rola pêşeng û veguherîner a jinan. Bêyî naskirina vî mafî, ne mimkûn e ku mirov behsa edalet, demokrasî an hewldanên aştiyê yên rastîn bike.
Wekî TJA, em dubare dikin: Divê tecrîd bi dawî bibe û mafê hêviyê divê tavilê were bicîhanîn. Em bang li Konseya Ewropayê dikin ku li gorî prensîbên xwe tevbigere û li Tirkiyeyê jî bang dikin ku dev ji polîtîkayên xwe yên înkarkirinê berde û ber bi çareseriyek civakî ve biçe. Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe di her warî de bidomînin da ku hêviyê geş bikin, rê li ber aştiyê vekin û civatek demokratîk ava bikin."