Tevî nexweşiya penceşêrê, Şilêr Mamqaderî ji tedawiyê bêpar tê hiştin

  • 11:42 25 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî li ser binçavkirina Şilêr Mamqaderî re 17 roj derbas bûye, li beşa karantîna ya Girtîgeha Navendî ya Urmiye tê ragirtin û ji mafê xizmetên tenduristiyê bê par tê hiştin.
 
Li gorî rapora ji aliyê Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ve hatî weşandin, welatiya Kurd a ji Mahabadê Şilêr Mamqaderî di 9’ê Nîsana 2026’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û li beşa karantîna ya Girtîgeha Navendî ya Urmiye tê ragirtin.
 
Li gorî raporê, tevî ku 17 roj derbas bûye, Şilêr Mamqaderî li beşa karantîna a girtîgehê tê ragirtin û ji mafê xwegihandina xizmeta tenduristiyê bê par tê hiştin.
 
Li gorî raporê, di hevdîtina dawî ya telefonê de, diyar kiriye ku li beşa karantîna ya girtîgehê tê ragirtin.
 
Her wiha hate diyarkirin ku Şilêr Mamqaderî nexweşa penceşêrêye û beriya were binçavkirin tedawî di dît. Di şertên giran ê girtîgehê de bêyî xwegihandina xizmetên tibî tê ragirtin, fikarên têkildarî rewşa wê ya teduristiyê de zêde dibe.
 
Li gorî raporê Şilêr Mamqaderî dayîka du zarokane, berê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin.