Ji Werîşe Muradî ji bo zarokê li girtîgehê mezin bûye name
- 21:45 25 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya cezayê darvekirinê lê hatibû birîn û piştre li ser zextên raya giştî hatibû betalkirin, nameyek ku ji bo zaroka li Girtîgeha Evînê ji dayik bûye nivîsiye û di nameyê de balê dikşîne ser binpêkirina mafan.
Kampanyaya Azadiya ji bo Werîşe Muradî îro nameya ku Werîşe Muradî li Girtîgeha Evînê ya tê girtin nivîsand weşand. Hat diyarkirin ku name di meha Sibatê de hatiye nivîsandin lê belê ji ber ku bi mehan li Îranê înternetê hatibû qûtkirin, piştî mehan hat weşandin.
Werîşe Muradî ji bo zaroka bi navê Tesnîm a zaroka girtiya bi navê Nesîme Îslamzehî ya jinek Belûc e û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, li girtîgehê hatiye dinyayê, bi dayîka xwe li girtîgeha Evînê tê girtin nivîsand.
Werîşe Muradî wiha gotiye:
“Zore, mayîna li ba zarokek ku
beriya çavên xwe veke
dîwarê dîbîne
Girtî bû
Hesin bû
Hucre bû
Hê navika wê nehatibû birîn, dengê girtina derî nas kir
Zaroka ku bûye dusalî
Li cihê mûman vemirîne gardiyanan dihêjmêre
Zore bi halê xwe yê herî biçûk û bêguneh
Divê pirsê de were veşartin:
“Tê biçî hevdîtinê?”
Weke ku hemû dinya
Çend kêliyên pişt wê camê be
Zore, dema ku dîmenê bavê wê di televîzyonê de derdikeve
Bi çavên grover ku mirinê nizane tenê
Bêje ‘mam’
û dinya wê kêliyê peyvekê
Heta dawiyê sêwî bihêle
Zore, gelek zore dema yek tê berdan
Bi kêfxweşiyek ku hê tama êşê nizane,
Bibêje “ka em jê re strana azadiyê bibêjin”
Û nizane ku azadî
Ji bo hinekan ne derî vedike ne jî esîman xuya dikin
Zore cilên wê teng bibe
Bejna wê bilind bibe
Mezin bibe
Û wêneyên mezinbûna Tesnîm tunebin
Zore zarokbûn
Dest navêje lîstokan
Bêyî ax bigihîje pêlava wê
Bêyî di nava kenên zarokan de nebeze
Nekeve û dîsa ranebe
Zore zarokek beriya dinyayê nas bike
Bêedaletiyê fêr bibe
Dengê destpêkê yê naskirî
Êrişa be
Û ya herî zor jî ev pirse
Ya weke hesinek di sing de disekine:
Dê kîjan wijdan bersiv bide
Zarokatiya ku hatiye dizîn.”
Bi destpêkirina şerê li Îranê re, di demek ku fikarên der barê rewşa girtiyên siyasî de zêde bûne hat weşandin. Girtiya siyasî ya ku zêdeyî 50 rojane cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û di derbarê girtiyên din de tu agahî tune ye.
Li Îranê zêdebûna darvekirinan bi şer re zêdetir û lezgîntir bûye, bi taybetî der barê rewşa girtiyên siyasî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn de rê li ber fikarên cidî vedike.







