Malbata Rojwelat Kizmaz ji bo lêpirsîna nû wê serlêdanê bike
- 18:45 26 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Rojwelat Kizmaz ya bi guman jiyana xwe ji dest da, bi daxwaza ku ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin wê serî li dozgeriyê bidin.
Malbata Rojwelat Kizmaz ya ku di meha Sibata 2024’an de li Êlihê bi guman jiyana xwe ji dest da, der barê mirina keça xwe de bi daxwaza ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin wê serî li dozgeriyê bidin.
Di daxuyaniya ji aliyê malbatê ve hatiye dayîn de wiha hate gotin: “Piştî pêşketina dosya Gulîstan Doku, di alî Rojwelatê de jî li pirsnîşanên der barê mirina wê de gumanên nû zêde bûne.”
Malbatê da zanîn ku wê bi hevkariya parêzerê xwe Gultekîn Aykun re serî li serdozgeriya komrê ya êlihê bidin. Hat diyarkirin ku piştî serlêdanê wê daxuyaniyekê li ber edliyeyê bidin.







