Ji bo Rojwelat Kizmaz pêşniyazname pêşkeşî Meclîsê hat kirin

  • 14:29 25 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED - Ji aliyê parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ve, ji bo lêkolînkirina windakirina Gulîstan Doku û mirina gumanbar a hevala wê ya nêzîk Rojwelat Kizmaz de pêşniyazname pêşkeşê Meclîsê hat kirin.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ya Amedê, Adalet Kaya derheqê windakirin Gulîstan Doku û mirina gumanbar a hevala wê Rojwelat kizmaz de pêşniyazname li TBMMê hate pêşkêşkirin.
 
Adalet Kaya di pêşniyaznamê da zanîn ku aqûbeta xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dersîmê hatibû windakirin, tevî ku şeş sal di ser re derbas bûne jî hîn nehatiye ronîkirin û ev tişt gotin: “Di seranserê pêvajoya lêpirsînê ya ku bi awayekî çalak û zelal nehat birêvebirin de; îhmalkariyên mezin ên derketine holê, wekî ku pêwîst e nenirxandina delîlan û gumanên xurt ên di raya giştî de çêbûne, lêgerîna edaletê hîn mezin kiriye. Di 9'ê Sibatê 2024'an de li Êlihê windabûna hevala nêzîk a Gulîstan Doku, Rojwelat Kızmaz û piştî demeke kurt bi awayekî gumanbar dîtina cenazeyê wê, nîşan dide ku ev bûyer tenê wekî babeteke windabûnê nayê nirxandin. Agahiyên nû, daxuyaniyên şahidan û delîlên ku di heyama dawî de derketine holê, îdiayên ku dibêjin dibe di navbera her du dosyeyan de pêwendî hebe, xurtir dikin.”
 
Adalet Kaya di berdewama pêşniyaznamê de wiha got: “Bi taybetî xêzkirinên ku di telefona Rojwelat Kızmaz de hatine tespîtkirin, îtîrafên ku di raya giştî de deng vedane û tomarên HTSê yên ku tevî di çarçoveya lêpirsînan de hatine xwestin jî tê gotin ku nehatine dîtin, neçar dike ku ev bûyer bi hemû aliyên xwe ve ji nû ve werin nirxandin. Derxistina rastiyê û heke hebin aşkerekirina berpirsiyaran, wezîfeya bingehîn a dewletê ye. Pêşniyaznameya me ya Lêkolîna Meclisê; bi armanca derxistina pêwendiyên muhtemel ên di navbera windakirina Gulîstan Doku û mirina gumanbar a Rojwelat Kizmaz de, tespîtkirina îhmalkariyên di lêpirsînan de, lêkolînkirina aqûbeta delîlan û aşkerekirina mekanizmayên sergirtinê yên ku têne îdiakirin, hatiye amadekirin. Daxwaza edaletê ya ji bo Gulîstan Doku şeş sal in berdewam dike. Bi mirina Rojwelat Kizmaz re pirsên ku li benda bersivan in hîn zêdetir bûne. Derxistina rastiyê ji bo parastina hesta edaletê û ji nû ve avakirina baweriya civakê ya bi hiqûqê re xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ji bo ev bûyerên ku wijdana raya giştî birîndar dikin bi hemû aliyên xwe ve werin lêkolînkirin û rastî werin eşkerekirin, em Meclisê vedixwînin girtina berpirsiyariyê.”