‘Di qanûna tê derxistin de divê edalet hebe’
- 09:05 8 Tîrmeh 2026
- Rojane
Berîtan Tunç
ÎZMÎR - Jinan pêvajoya Aştî û civaka Demokratîk ya ku bi banga Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin ji bo gelan wek hêvî nirxandin û gotin: “Sererastkirineke ku ewlehiya girtiyên nexweş, mafê zimanê dayikê û kesên tevli pêvajoyê bûne esas negire, baweriyê jî nade civakê.”
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibata 2025’an kir de Pêvajoya Aştî û Civaka Demorkatîk hat destpêkirin. Di vê pêvajoyê de dewletê gav navêtiye û nîqaşên der barê ‘qanûna çarçoveyê’ de didome. Jinan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin aştiyeke mayîn de bi gavên baweriyê didin pêkane.

Rahîme Turan da zanîn ku pêvajo ji bo hemû gelan hêvî ye û divê nirxa pêvajoyê bê zanîn, gavên şênber bên avêtin û got: “Heta ku gav neyên avêtin wê baweriya gelan jî tune be. Ger gav neyên avêtin xuyaye ku aştiyê naxwazin. Tevî hemû êş û zilmê em di aştiyê de bi israrin. Divê gelê Kurd bibe yek. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Madem aştiyê dixwazin divê girtî azad bin. Divê gerîla aktîf tevli pêvajoyê bibin.”
Îkram Demîr jî balkişand ser pêvajoyê û daxuyakirin ku hêviya wan a herî mezin aştî ye û wiha dirêjî dayê: “Êdî bes e. Bila ne polîs ne leşker kes nemirin. Şer 50 sale didome. Ji bo her kesî zehmete. Mamoste, parêzer, parlamenter, xwendekar, jin her kes hatin girtin. Bila ev zilm bidawî be.Pêvajo salek û nîve didome. Kedek mezin hat dayîn. Divê êdî ev pêvajo temam be. Divê qanûna ê derxistin de ji bo ziman statu hebe. Hre kes aştiyê dixwaze. Jiyaneke wekhev dixwaze. Em hemû yek in. Divê ji bo girtiyên nexweş, mafên me, zarokên me zimanê me sererastkinek hebe.”
Zeynep Duman jî diyar kir ku divê tu dayik negirîn û ev tişt anî ziman: “Bi salane şer didome. Divê êdî bi dawî be.Divê aştî bê. Kî dibêje em Kurd in tên girtin. Pêvajoyek wisa nabe. Ji ber em dibêjin Kurdin em dibin terorîst. Em vê qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin.Em azadiya Abdullah Ocalan diaxwazin. Bi salane mafêngelê Kurd diparêze ji ber vê girtiye. Êdî bes e. Bila aştî bê.”







