Dosya Gulîstan Doku: Bi kesê ku digot ‘ez nas nakim’ re li heman cihî bû
- 18:00 25 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Handan Sonel û sercerdevan Fatîh Ozman yên çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de hatin girtin, îfadeyên wan derketin holê. Fatîh Ozman îdia kir ku ew Şukru Eroglu nas nake û wê şevê ne li herêmê bûye. Lê di qeydên baz yên dozgeriyê de hat tespîtkirin ku cihê ewil ku Gulîstan Doku lê hatiye defikirin, li mewkiya Koçpinar nêzî 7 saetan sînyal daye.
Hevjîna waliyê demî yê Dêrsîmê Tuncay Sonel, Handan Sonel û sercerdevan Fatîh Ozman ku çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de hatin binçavkirin, hatin girtin. Piştî girtinê îfadeyên wan derketin holê. Di îfadeyan de gelek nakokî hene û gumanbaran ji bo pirsên hatin pirsîn bersiva ‘nas nakim’ dan.
Handan Sonel îdia kir ku kurêwê çek bikarneaniye, dîmenên bi çek jî nayê bîra wê. Her wiha îdia kir ku kurê wê û Zaînal Akakarov ne hevalin û tevî vê sînyalên telefona wan gelek carî li heman cihî hatine tespîtkirin.
Îfadeya jina bi navê S ya li mala Handan Sonel di mutbexê de dixebitî ya wekê ‘5’ê Çileyê 2020’an de Handan Sonel bi fikar hat got ‘Selvî xanim ji malê derkeve.’ Min jî got xwarina min li ser ocaxê ye’. Wê jî got ‘bihêle hema derkeve’.Ez jî derktim’ hat pirsîn. Handan Sonel got ew îfade bin tehîdê de daye.
Her wiha îfadeyên S.û G.ya li mala wan paqijî dikir yên wekê du çekên Mustafa Turkay Sonel hebûne ji Handan Sonel hat pirsî û Hansan Sonel ev îdia red kirin.
Hansan Sonel hemû pirsên hatin pirsîn qebûl nekir û îfadeyên xebatkarên xwe red kir. Jamsa Spmeş k, sûcê ‘tunekina delîlan, veşartin û guhertinê’ hat girtin.
Got ez nas nakim lê di qeydan de derke bazê de derket holê
Sercerdevan Fatîh Ozman jî îdia kir ku Şukru Eroglu nas nake û wê şevê ne li herêmê bû. Lê di qeydên bazê yên hatine tengkirin yêndozgeriyê de hat tespîtkirin ku Fatîh Ozman li herêma cihê ku ewil Gulîstan Doku lê hatiye definkirin li mewkiya Koçpinar 7 saetan sînyal daye.
Fatîh Ozman gelek kesên jê hat pirsîn îdia kir ku nas nake. Fatîh Ozman jî ji sûcê ‘tunekirina delîlan’, ‘alîkariya kuştina ji qestî’ hat girtin.







