'Ji bo welatê xwe jiyana xwe ji dest dan'
- 09:25 27 Tebax 2026
- Rojane
WAN - Hevseroka Komeleya Meleyan a Wanê Nazîme Arvas, diyar kir ku kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ji bo bidawîanîna talana tê kirin berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û ji bo vê armancê canê xwe feda kirine.Nazîme Arvas wiha got: "Divê her kes xwedî li şehîdan û axa xwe derkeve."
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya ji bo Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Wîna kirine (MEBYA-DER), li Salona Dawetê ya Mardanê ya li navçeya Artemêt a Wanê, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, 3 rojan bîranîn hat danîn. Ji roja ewil ve, bi hezaran kes çûn salonê da ku sersaxiyê bidin malbatan. Welatiyên ku ji bajar û navçeyên herêma Serhedê hatibûn, beşdarî vê şînê bûn û ruhê piştevaniyê xurt kirin. Di tevahiya şînê de bênavber dirûşmên wekî "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û bal hat kişandin ser girîngiya yekîtî, piştevanî û bi rêzdarî bibîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane.
Hevseroka Komeleya Meleyan a Wanê, Nazîme Arvas, bal kişand ser girîngiya parastina bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane û got: "Mirovan ji bo axeke azad û jiyaneke bi rûmet canê xwe feda kirin. Lewma, bidestxistina aştiyê daxwaza me ya herî bingehîn e."
Nazîme Arvas, bi gotina ku îro rojeke şînê ye û Kurdistan di nava xemgîniyeke kûr de ye dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Hemû çar parçeyên Kurdistanê, tevî bajarên mezin ên Tirkiyeyê, di nava şînê de ne. Weke jineke ji Kurdistanê, ez îro wan hevalên xwe bi bîr tînim ku di nava du rojên borî de li Wanê dilê Serhedê tên bîranîn. Rewş bi rastî gelek giran e; peyv têrê nakin ku rewşê rave bikin, xemgîniyeke kûr heye. Lê belê em ê hewl bidin ku dengê hevalên xwe yên şehîd bigihînin civakê û hêvî dikim ku em bikaribin bi awayekî ku layiqî rûmeta wan be bijîn. Gelê Wanê, gelê herêmê û malbatan ew bi tenê nehiştin; her kesî şehîdên xwe hembêz kirin û gotin: ‘Ew zarokên vê axê ne.’ Ev bi rastî çavkaniya rûmeteke mezin e. Em jî weke jinên Kurd, beşek ji vê têkoşînê ne. Em bi birîneke sed-salî re dijîn. Birîna axa Kurdistanê qet baş nebûye; car bi car dîsa xwîn jê tê. Di 27'ê Sibata 2025'an de, Birêz Abdullah Ocalan pêvajoyeke aştiyê da destpêkirin. Bi rastî, dema mirov li dîroka PKK'ê dinêre, diyar e ku wan ji destpêka damezrandina xwe ve qet şer tercîh nekiriye. Daxwaza wan aştiyeke mayinde bû; wan dixwestin ku Kurd mîna hemû gelên cîhanê – bikaribin li ser axa xwe, bi çand, nasname û zimanê xwe bijîn. Lê belê, aliyên xirapkar û dewletê li dijî Kurdistanê siyasetên cûrbecûr yên şer meşandin. Wan jinên Kurd, ciwanên Kurd û bi xwe axa Kurdistanê weke ganîmetên şer didîtin. Dagirkerî wiha ye; dema welatê te tê dagirkirin, her tiştê tê de tê talankirin.”
'Çiyayên Kurdistanê bûn dayik û bavê wan'
Nazîme Arvas diyar kir ku ciwanên Kurd rûyê xwe zivirandine çiyayên Kurdistanê da ku dawiyê li talankirina axa xwe bînin û ev yek careke din dubare nabe,û got: "Çiyayên Kurdistanê bûn dayik û bavê wan. Ew bi xwe jî bûn dayik û bavê azadiya gelê xwe. Birêz Abdullah Ocalan ev yek di sala 1993'an de anîbû ziman û gotibû: 'Ez li berpirsekî ku ez bikaribim li hemberî wî rûnim; her tişt ji bo pêşîlêgirtina vê şerî, rawestandina kûrtirbûna şer û parastina jiyana mirovan.' Bi rastî, eger ew şer di wê demê de hatiba rawestandin, dê ewqas mirov jiyana xwe ji dest nedana. Lê mixabin, ev pevçûna pêncî salî bû şerekî dirêj û mezin. Gelek şehîdên me hene; di hin malbatan de heta sê an çar endam şehîd ketine. Êdî em xwînrijandinê naxwazin; ji ber vê yekê em girîngiyeke mezin didin wê pêvajoya ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û bang dikin ku aştî pêk were. Di naverokê de, gelê Kurd û rêberê wan dibêjin 'Em li vir in.' Bangên PKK'ê yên ji bo agirbestê, şewitandina çekan û danîna çekan bi zelalî nîşan didin ku ew êdî şer naxwazin. Hêvîdar im ku malbat êdî agahiyên şehadetê wernegirin."
'Şerê siyasî berdewam dike'
Nazîme Arvas bal kişand ser wê yekê ku tevî şerê fîzîkî rawestiyaye jî şerê siyasî hîn didome û wiha got: "Şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan hîn jî nehatine başkirin. Bi hezaran hevalên me yên nexweş di girtîgehê de ne û nayên berdan. Wan digot, 'Bila PKK pêşî çekan deyne, paşê em ê qanûnan derxînin.' Gelo di destê kesên di girtîgehê de bi rastî çek hene? Ji bo berdana girtiyên nexweş tu pêdivî bi qanûnên nû nîne. Dema me agahiya mirina hezkiriyên wan da malbatan, wan gotinên ku bi rastî dil diêşandin anîn ziman; wan digot: 'Heyecan û hêviya me gelek mezin bû. Pêvajoyek hebû, pêvajoya aştiyê û em difikirnî ku dibe ku zarokên me li welatê xwe bi awayekî azad bijînku em ê wan himbêz bikin; lê mixabin, îro me agahiya mirina wan wergirt.' Di dawiyê de, rûmeta mirovahiyê, dadwerî û wijdan qet nikarin şerekî wiha, kuştin û pevçûnên ku welat ber bi wêranbûnê ve dibin, qebûl bikin. Mixabin, ol, mirovahî, mafên jinan û mafên ciwanan hemû têne bikaranîn û mirov rastî her cûre zilm û bêdadiyê tên."
‘Daxwaza me ya bingehîn aşitî ye’
Nazîme Arvas bal kişand ser wê yekê ku ciwanên Kurd li Rojhilata Navîn hîn jî jiyana xwe ji dest didin û kiryarên dewletên herêmêû yên li Rojavayê ji bo her kesî eşkere ne û wiha got: “Ji ber vê yekê divê dawî li vî şerê qirêj were anîn. Îro, dema em behsa aşitiyê dikin, em qebûl dikin ku berdêla wê bi van jiyanan hatiye dayîn. Îro, em wan hevalên xwe yên ku li Wanê şehîd ketine bi bîr tînin û em hurmetê didin bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê. Amed, Wan û Gever îro di şînê de ne; bajarên mezin ên Tirkiyeyê û Stenbol di şînê de ne. Gelo bi rastî ewqas zehmet e ku ciwanên Kurd bigihîjin azadiyê û li welatekî bi rûmet bijîn? Gelo ev ne pêkan e? Ev tenê bi riya yekîtiya Kurdan pêkan e. Divê her kes li kêleka şehîdên xwe û axa xwe bisekine. Îro li Wanê, bi hezaran kes deriyên xwe vekirin û serdana malbatên me kirin; ev yek xwedî wateyeke kûr e. Evqas hestên sersaxiyê û piştevaniyê cihê serbilindiyê ne. Eger em ji bo wan zarokên ku me wekî şehîd winda kirine dengê xwe bilind bikin, em ê bibin dengê bi rûmet ê gerîlayên Kurdistanê. Em naxwazin kes bê nan, bê mal an bê jiyan bimîne; mirovan ji bo axeke azad û jiyaneke bi rûmet xwe feda kirine. Lewma daxwaza me ya bingehîn ew e ku ev şer were bidawîkin û aşitî pêk were.”







