Salvegera 4'emîn a Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' li Brukselê hate silavkirin

  • 09:56 20 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brukselê bi wesîleya salvegera çaremîn a Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo mezinkirina têkoşîna azadiya jinan bang hate kirin.
 
Çalakiya ku li Stasyona Navendî ya Brukselê hate lidarxistin, bi pêşengiya komîteyên KJAR û PJAK'ê pêk hat. Ji çar parçeyên Kurdistanê gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
 
Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir û piştre bi zimanên Kurdî û Fransî peyamên KJAR û PJAK'ê hatin xwendin.
 
Di peyaman de ji bo dewamkirina têkoşîna azadiya jinan bang hate kirin û işaret bi rola pêşeng a jinan di Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' de hate kirin.
 
Di çalakiyê de her wiha peyama girtiya siyasî Werîşe Muradî ya ji bo jinan hate xwendin.
 
Hate ragihandin ku berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' bû sembola daxwaza wekhevî û edaletê ya li qada navneteweyî.
 
Di çalakiyê de li gel alên PJAK û KJAR'ê her wiha pankart û wêne hatin hildan ku kiryarên rejîma Îranê şermezar dikirin. Çalakger dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Heta ku Kurdek bi tenê bimîne wê berxwedan dewam bike" qîriyan.
 
Çalakiya ku nêzî saetekê dewam kir, bi dirûşman bi dawî bû. Komîteya amadekar spasiya beşdarên çalakiyê û piştevanan kir.