Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 09:58 20 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê bi sernavê 'Ji Rojhilat ber bi Cîhanê ve: Jin, Jiyan, Azadî' derket. Kovar di hejmara xwe ya nû de balê dikşîne ser felsefeya "Jin Jiyan Azadî" û bandora wê ya ku li cîhanê belav bûye.
Kovara Jinê, di hejmara xwe ya 186’an de, balê dikşîne ser têkoşîna Jin Jiyan Azadî, ku di salvegera çaremîn a kuştina Jîna Emînî de ji Rojhilatê Kurdistanê ber bi cîhanê ve belav bû. Bi nivîsên di vê hejmarê de li ser girêdana dîrokî û felsefî ya di navbera Jin, Jiyan Azadî analîz hatine kirin. Her wiha rola damezrîner a jinan di pêvajoyên şoreşgerî de hatiye destgirtin û bal hatiye kişandin ku çawa Jin Jiyan Azadî veguheriye zimanekî têkoşînê yê hevpar û gerdûnî û hêza ku wê aniye asta lêgerîna jiyana nû li Rojhilata Navîn nîqaş dikin.
Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:
Di berbanga jiyana nû de: Avakirina Jin Jiyan Azadî / Gelawêj Ewrîn
Şoreşa ku îmzeya xwe dît / Ayşegul Ayaz
Sira gotinan / Sakîne Esen Yilmaz
Li Rojhilata Navîn bi Jin Jiyan Azadî re azadî / Esra Kahraman
Bila her kes tiştê jê hez dike bigre û bihêle / Burçak Sel







