Li Arzoxliyê nobet bi pêşengiya jinan didome

  • 15:10 2 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Nobeta ku li dijî projeya GES'ê hat destpêkirin bi pêşengiya jinan didome. 
 
Li gundê Arzoxliyê yê navçeya Sûrê ya Amedê ku ku gundiyan li dijî projeya “Santrala Enerjiya Rojê û Saziya Embarkirina Enerjiyê ya Zenkar 2” nobeda kon dabû destpêkirin, di roja 12'yan de berdewam dike. Şêniyên gund ku heta qada ku tê xwestin GES bê çêkirin meşiyan, bi domdarî dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi serkevin”, “Bijî berxwedana Arzoxlî”, “Ava me, axa me hebûna me ye” berz kirin. 
 
Meş heta li ber konê nobetê berdewam kir. Nobet bi pêşengiya jinan didome.