Hevserokên DEM Partiyê serdana nobeda Dayikên Aştiyê kirin
- 15:11 2 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan serdana nobeda Dayikên Aştiyê ya li Parka Kurtuluşê kirin û li wir bang li desthilat û partiyên siyasî kirin ku dengê dayikan bibihîsin û gavên şênber biavejin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan serdana nobeda Dayikên Aştiyê ya ku bi daxwaza Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avetina gavên şênber ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk werin avêtin li Parqa Kurtuluşê kon vegirtinê, kirin. Di serdanê de Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî, Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mahfuz Güleryuz ê ku ji Rêxistinkirinê Berpirsyarê jî cih girtin. Her wiha parlamenterên DEM Partiyê, endam û nûnerên partî û saziyên demokratik jî ji bo piştgiriyê tevlî nobeda dayikan bûn.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li cihê nobede bi Dayikên Aştiyê re daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de di destpêke de Dayika Aştiyê Zeynep Çalihan axivî, bi lêv kir ku ew ji bo aştiyê hatinê li Enqereyê û ji bo serdanê spasiya hevserokan û girseyê kir.
‘Rêbertî azad bibe her tişt dê çareser bibe’
Dayika Aştiyê Nezahat Tekke bi lêv kir ku dewletê gavên pêwîst ji bo pêşketina pêvajoyê neavetine û wiha got: “Bi salan me êşên mezin kişandin. Em ê li vir ji bo astiyê nobede bigirin. Em ê serdana partiyên siyasî jî bikin û daxwaza xwe bînin ziman. Heviya me ew ê ku em li vir encameke bigirin. Girtiyên nexweş û hemû girtî bên berdan. Muzakerevanê serekê yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehe de ye. Daxwaza me ya sereke azadiya Serokatî ye. Rêbertî azad bibe her tişt dê çareser bibe.”
‘Teqez aştî dê bi serbikeve’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî destnîşan kir ku ew jî ji bo daxwazên dayikan bi cih werin dê li parlamentoyê û her derê bitêkoşin û got: “Herî zêde hûn aştiyê heq dikin. Tevî êşan jî wê her tim daxwaza aştiyê kir. Wê got bila tu dayik negirîn. Ji bo êş bi dawî bibin wê têkoşîna aştiyê da. Niha jî dixwazin pêvajo bi lêz bimeşe û gav bên werin avetin hûn hatin Enqerê. Em ê teqêz aştiyê bînin li vî welatî. Aştî dê bi qasî laçika wê ya spî bi rûmet û pak were vî welatî. Teqez aştî dê bi ser bikeve.”
Tuncer Bakirhan: Daxwazên dayikan bibihîsin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bang li rêyedarên dewletê kir ku daxwazên dayikan bibihîsin û ev tişt anîn ziman: “Hûn ji bo karekî pîroz hatine. Em ê jî ji bo daxwaza wê bitêkoşin. Dayik ji bo êdî dayik negirîn li gelek bajaran hatin Enqerê. Hemû dayikan êşên mezin kişandin. Dayik ji bo tiştek pîroz hatinê. Em soz didin dayikan ji bo ciwan êdî jiyana xwe ji dest nedin, em ê bitêkoşin. Ji bo êdî şer nebe û daxwaza wê bi cih were em ê bitêkoşin. Ez bang li desthilat û partiyên siyasî dikin ku guh bidin çalakiya dayikan. Dayik ji bo êdî şer nebe di nobede de ne. Aştî ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû kesan pêdiviyeke. Ji bo wê jî ez li ber vê têkoşîna dayikan bejna xwe ditewînim û em ê jî li her derê ji bo van daxwazan bitêkoşin.”
Piştî daxuyaniyê Hevserokên giştî û heyeta bi wan re bi dayikan re li ser nobede axivîn û gotobêj kirin.







