KCDP: 20 jin hatin kuştin, 39 mirinên bi guman
- 16:16 6 Mijdar 2026
- Rojane
STENBOL – KCDP'ê, rapora xwe ya derbarê kuştina jinan a meha Cotmehê weşand û ragihand ku herî kêm 20 jin hatine kuştin û 39 jinên din jî di şert û mercên bi guman de jiyana xwe ji dest dane.
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya derbarê kuştina jinan a meha Cotmeha 2024'an weşand. Di raporê de tê diyarkirin ku herî kêm 20 jin hatine kuştin û 39 jin jî di şert û mercên bi guman de mirine.
Li gorî raporê, ji wan 20 jinên ku hatine kuştin; 5 ji aliyê mêrên bi wan re hatine zewicadnin, 4 ji aliyê kesên bi hev re dijiyan, 1 ji aliyê kesekî nenas, 1 ji aliyê bavê xwe ve, 4 ji aliyê mêrên ku jê veqetiyabûn û 2 jî ji aliyê kesên berê bi hev re bûn ve hatin qetilkirin. Têkiliya di navbera kujeran û 3 ji qurbaniyan de nehat diyarkirin. Rapor balê dikişîne ser wê yekê ku ji sedî 25'ê jinan ji aliyê mêrên ku bi wan re hatine zewicdandin ve hatine kuştin.







