Berdana girtiya nexweş cara sêyem tê astengkirin
- 13:50 12 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, cara sêyemîn tê astengkirin.
Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê (ÎGK) ve cara sêyemîn hat astengkirin. Lijne di 5'ê Mijdarê de ji bo nirxandina berdana Pinar Tikit, ku ji sala 2014'an vir ve girtî ye, civiya. Hat hînbûn ku lijneyê careke din berdana girtiya nexweş Pinar Tikit ji bo neh mehan asteng kiriye.
Pinar Tikit, ku di mejiyê wê de kîstek araknoîd heye, di şert û mercên girtîgehê de nikare were dermankirin. Pinar Tikit di lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye.







