Li Deştadarê li ser tundî û berxwedanê atolyeya xwendinê

  • 16:39 13 Mijdar 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA'yê di çarçoveya çalakiyên bîranînê yên 25'ê Mijdarê de, li bajarokê Deştadarê yê navçeya Hezexê, ji bo jinan atolyeyeke xwendinê li dar xist.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, li bajarokê Deştadarê  yê navçeya Hezexê atolyeyeke xwendinê pêk anî. Di atolyeyê ku gelek jin beşdar bûn de, hejmara kovara *Jineolojî* ya bi sernavê "Tundî û Berxwedan" hat xwendin û li ser hate nîqaşkirin.
 
‘Berxwedana me ya li dijî tundiyê wê bidome’
 
Çalakvana TJA'yê Nafiye Geçgel ku di atolyeyê de axivî, diyar kir ku ew ji bo b25'ê Mijdarê hatine cem hev û got: "Berxwedana me ya li dijî tundiyê wê li her derê bidome. Îro em li vir atolyeyeke xwendinê li dar dixin; ev cure çalakî wê berdewam bikin. Em ê têkoşîna xwe di her qadê de berfirehtir bikin. Rojek nîne ku em şiyar nebin û nûçeyên derbarê jinên ku tundî li wan hatiye kirin komkujiyan hatine kirin nebînin; her wiha,gelek caran kesên ku van kiryaran pêk tînin, bêceza dimînin. Li hemberî vê zîhniyetê, em bang li her kesî dikin û dibêjin werin  em têkoşîna xwe berfireh bikin."
 
Piştî axaftinan, atolye bi nîqaşên li ser naveroka metna ku hatibû xwendin, berdewam kir.