
Ji bo gumanbarê ku Bahar Aksu qetil kir daxwaza muebeta giran
- 21:47 20 Gulan 2025
- Hiqûq
STENBOL- Di îdianameya der barê gumanbar Rustem Elîbol ku Bahar Aksu qetil kir û sê mêrên din de hat amadekirin de, cezayê muebta giran û 14 sal cezayê girtîgehê hat xwendin.
Li navçeya Şîşlî ya Stenbolê di 5’ê Gulanê de Rustem Elîbol Bahar Aksu ya dest jê berdabû qetil kir. Der barê Rustem Elîbol û sê gumanbarên ku alîkarî dan wî de îdianame hat amadekirin. Di îdinameyê de daxwaza muebta giran 14 sal cezayê girtrîgehê hat xwestin.
Hat hînbûn ku îdianameya hatiye amadekirin ji aliyê Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê ve nirxandin.