Li Amedê hevdîtina Jin Ked û Çandê sibe dest pê dike

  • 11:26 22 Gulan 2025
  • Çand û Huner
 
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û KASED'ê di navbera 23-25'ê Gulanê de Hevdîina Jin, Ked û Çand û Hunerê li dar dixe.  Di bernameya 3 rojan de wê berhemên destan ên jinan, atolye û konser bên lidarxistin.  
 
Hevdîtina Jinan a Ked û Çandê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û KASED'ê ve tê organîzekirin, wê di navbera 23-25'ê Gulanê de li Qada Şex Sêîd a Dagkapiyê dest pê bike.  Hat diyarkirin ku di çalakiya çandê ya bi keda jinan tê lidarxistin de dê standên li ser keda jinan bên vekirin û di çarçoveya bernameyê de dê gelek çalakî û konser bên lidarxistin.  
 
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumer derbarê bernameyê agahî da.
 
'Ji ber daxwazên jinan bername hat amadekirin'
 
Ozden Gûrbuz Sumer, diyar kir ku çalakiyeke bi vî rengî  cara yekemîn li Amedê tê lidarxistin, diyar kir ku ev çalakî ji pêdiviyên gelê herêmê pêk tê. Ozden Gûrbuz Sumer got, "Ev demeke dirêj e em li taxan û bi rêya navendên jiyanê bi jinan re hevdîtinan pêk tînin. Ji Serokatiya Polîtîkayên Jinê heta xurtkirina aboriya jinê, li qadên ku em bi hev re dixebitin, ji bo xurtkirina aboriya jinan daxwaz û pêşniyar hatin kirin. Me xwest em bi vî rengî bersivê bidin daxwazên jinan ên ji bo pêşandana qada xwe xweser."
 
‘Jin di çand û hunerê de jî hene’
 
Ozden Gurbuz Sumer, diyar kir ku jin li derveyê perwerdehiyê di atolyeyên xwe de dirûtin, tamîrkirin û nûjenkirinê dikin û got, "Jinan daxwaz kirin ku em van bifroşin û gotin ku tiştên ku em bi awayekî kolektîf hildiberînin bên dîtin. Li ser vê yekê me hevdîtineke wiha plan kir."
 
‘Yekem xebata di bin navê hedîtina kedê  de’
 
Ozden Gurbuz Sumer wiha berdewam kir: "Ev xebat dê di çarçoveya hedîtina kedê de li Amedê bibe ya yekem. Ew ê bibe çalakiyek ku em ê berhemên ku jin bi awayekî komî û bi hevgirtinê hildiberînin û difiroşin. Daxwazên ji bo pêşerojê jî hene. Her wiha em ê bi jinên ku bi awayekî ferdî zêdetir hilberînê dikin re bikin. Şaredariyên navçeyên me jî vî karî dikin.”
 
'Em li bendê ne ku her kes li van standan xwedî derkeve'
 
Ozden Gurbuz Sumer diyar kir ku wê xebatên wan 3 rojan bidomin û ev agahî parve kir: "Em ê roja Înê danê nîvro standên xwe vekin û ev stand ji raya giştî re wê bên pêşandan. Bi taybetî ji bo hevalên me yên jin me vekir. Lê hemû ked û hilberîn ya jina ye me tenê di warê cih de piştgirî da"
 
Komxebat dê bên lidarxistin 
 
Ozden Gurbuz Sumer, diyar kir ku wan bername ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirine, anî ziman ku ew ê ji aliyê şaredarî, rêxistinên sivîl, komele û saziyan ve atolyeyan li dar bixin û wiha got: “Em ê çalakiyên wekî atolyeya kolajê ya KASED'ê, atolyeya mûmê ku ji aliyê şaredariyên me ve bê lidarxistin, atolyeya tîşortê, atolyeya boyaxê, atolyeya keviran, ji aliyê şaredariyan ve dê bên lidarxistin.  Em ê jî saet di 19:00 de ji gel re konserên vekirî bidin." 
 
Hunermendên ku dê beşdarî çalakiyê bibin ev in: Xecê, Eylul Nazlîer, Hedîye Kalkan e.